Tirkiye

Vegerên bal Cerablusê berdewam in

Grûba sûriyeyî ku ji 500 kesan pêk tê ji Deriyê Gumrukê yê Girgamêşê bihurîn û vegeriyan welatê xwe

24.10.2016 - Rojanekırın : 26.10.2016
Vegerên bal Cerablusê berdewam in

Gaziantep

GAZÎANTEP

 Nêzîkî 500 xelkê Sûriyê ku li Girgamêşa navçeya Gazîentabê bi awayekî demkî diman, vegeriyan Cerablusa navçeya Helebê ya ku di çarçoveya Hemleya Mertalê Feratê da ji DEAŞê hat paqijkirin.

Hemleya Mertalê Feratê ya ku di 24ê Tebaxê da ji aliyê Hêza Peywira Taybet a Hevpar a Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên asîmanî yên Hevpeymanê va li bakurê Sûriyê li dijî tehdîdên terorê hatibû lidarxistin, berdewam e. Herwiha vegera penaberan a bal Cerablusa ku ji DEAŞê hat paqijkirin jî berdewam e.

Komek xelkê Sûriyê yên ku ji şerê navxweyî yê li welatê xwe reviyan û xwe spartin Tirkiyê, bona ku dîsa vegerin welatê xwe serî li Walitiya Gazîentabê dan. Piştî wergirtina îznê, grûba ku ji 500 kesan pêk tê û di navê da jin, zarok, kal û pîr jî hene hatin ber Deriyê Gumrukê yê Girgamêşê.

Kesên di grûbê da piştî miemeleyên qeydê yên li Salona Werzişê ya Girgamêşê, ji kontrola ewlekariyê derbas bûn û bi vî awayî ber bi Cerablusê hatin şandin.

Sûriyeyiyên ku ji derî bihurîn, li kamyonetên ku li benda wan bûn, siwar bûn û vegeriyan malên xwe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.