Tirkiye

"We em kirin mihacir, we em rezîl û perîşan kirin"

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, welatiyên ku ji ber bûyerên terorê mexdûr bûn li hemberî Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Parlementerê HDPê Mehmet Alî Aslanê ku ew ziyaret kirin, bertek nîşan da.

02.08.2016 - Rojanekırın : 04.08.2016
"We em kirin mihacir, we em rezîl û perîşan kirin"

Mardin

MARDÎN

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, welatiyên ku ji ber bûyerên terorê mexdûr bûn li hemberî Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Parlementerê HDPê Mehmet Alî Aslanê ku ew ziyaret kirin, bertek nîşan dan.

Serokê Şaredariyê Turk û Parlementer Aslan piştî rakirina qedexeya derketina derva a qismî ya ku ji 14ê adarê va dewam dikir, esnaf û welatiyên herêmê ziyaret kirin.

Esnaf û welatiyan li hemberî Turk û Aslanê ku herêm ziyaret kirin bertek nîşan da.

Ji welatiyên herêmê yek ji Turk ra got ku ew heqê xwe dixwazin û wiha dewam kir: "Bila guh bidine me. We em kirin mihacir, we em rezîl û perîşan kirin. Em kurdayetiya bi vî şiklî naxwazin."

Ji esnafan yekî jî got: "Hewce nîne ku kes qala mexdûriyeta xwe bike. Eha va ye hertişt li meydanê ye. Xwedê heqê me nehêle."

Ji ber bertekên niştecihên herêmê Turk û Aslan vegeriyan.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın