Tirkiye

Wesayîtên bi pîlaqeyên biyanî ew ê li sînor cezayê xwe bidin

Rêziknameya cezayê didin wesayîtên bi pîlaqeya biyanî di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Haydar Şahin  | 13.02.2018 - Rojanekırın : 13.02.2018
Wesayîtên bi pîlaqeyên biyanî ew ê li sînor cezayê xwe bidin

Ankara

ANKARA

Rêziknameya cezayê peretî yê didin wesayîtên bi pîlaqeya biyanî di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Li gor rêziknameya Wezareta Karên Navxweyî, usil û esasên tehsîlata cezayên didin wesayîtên bi pîlaqeya biyanî, ajokarên biyanî yên ku wesayîtên bi pîlaqeyên Tirkiyeyê diajon hat tesbîtkirin.

Rêziknameya ku li gor benda 8an a xala 115an a Qanûna Trafîka Bejayê hat amadekirin, wesayîtên bi pîlaqeya biyanî, ajokarên wan hezkî welatiyê Tirkiyeyê be hezkî biyanî be, heke li gor qanûn û rêziknameyan tevnegerin ew ê der heqê wan da belge were amadekirin û ceza bixwin.

Cezayên ji wesayîtên bi pîlaqeya biyanî ra hatine nivîsandin ew ê bên teblîxkirin û teqîbata wê jî bi destê Serokatiya Îdareya Dahatê were kirin. Ji bo ku van cezayên hatine dayîn werin teqîbkirin jî dibê agahiyên li ser belgeya ceza tam werin nivîsandin.

Wezayîtên ku cezayê trafîkê nedin ew ê dernekevin dervayî welêt

Wesayîtên bi pîlaqeya biyanî dema hatin ber deriyê sînor, heke di sîstemê da cezayê trafîkê xanê bike dibê wî cezayî bidin. Hetanî ceza neyê dayîn Wezareta Gumrik û Bazirganiyê ew ê destûra derketina derva nede wan wesayîtan.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.