Tirkiye

Wezîr Soylu ligel leşkeran li Tendurekê paşîv xwar

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu li Qereqola Cendirmeyan a Çetenliyê ya li çiyayê Tendurekê ligel leşker û gundparêzan paşîv xwar

28.05.2017 - Rojanekırın : 28.05.2017
Wezîr Soylu ligel leşkeran li Tendurekê paşîv xwar

Ağrı

AGRI

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Qereqola Cendirmeyan a Çetenliyê ya li çiyayê Tendureka li Dogubeyazita navçeya Agiriyê ziyaret kir û li vir ligel leşker û gundparêzan paşîv xwar.

Waliyê Agiriyê Musa Işin, Parlementerê Agiriyê yê AK Partiyê Cesîm Gokçe, Serokparêzgehê AK Partiyê Kemal Atmanca û peywirdarên din Wezîr Soyluyê ku bi bi balafireke taybet hat Balafirgeha Ehmedê Xanî ya li Agiriyê, pêşwazî kir.

Soylu bi helîkopterekî ji vir derbasî Qereqola Çetenliyê ya li çiyayê Tendurekê bû û herwiha yek bi yek merhebatî da leşkerên ku pêşwaziya wî kirin.

Wezîr Soylu serxweşî da Mehmet Aladagê bav û Adem Aladagê bira yên gundparêz Fetullah Aladagê ku di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê ya li herêma çiyayê Tendurekê da şehîd ket û wiha got, "Serê me sax be, Xwedê bi ceneta xwe şad bike."

Soylu paşê di paşîvê da ligel leşker û gundparêzan hat cem hev û bi wan ra ji qarawanê xwar.

Soylu bi leşker û gundparêzan ra sohbet kir û herwiha ji peywirdarên leşkerî der heqê operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê ya li çiyayê Tendurekê da agahî stand.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın