Tirkiye

Xelatên Sînemayê yên Cesarê cara 42yan hatin dayîn

Xelatên Sînemayê yên Cesarê ku wekî "Oscara Fransayê" tê zanîn, cara 42yan hatin dayîn.

25.02.2017 - Rojanekırın : 26.02.2017
Xelatên Sînemayê yên Cesarê cara 42yan hatin dayîn

France

PARÎS

Xelatên Sînemayê yên Cesarê ku wekî "Oscara Fransayê" tê zanîn, cara 42yan hatin dayîn.

Di merasima ku li Parîsê hat lidarxistin da di çalakiya ku îsal cara 42yemîn e tê hat lidarxistin da Paul Verhoevenê hollandî bi fîlma xwe ya "Elle"yê va xelata fîlma herî baş qezenc kir.

Isaballe Huppertê ji bo performansa xwe ya di fîlma "Elle"yê da xelata lîstikvana jin a herî baş, Gaspard Ulliel jî ji ber serkeftîbûna fîlma "Juste La Fin Du Monde"yê xelata lîstikvanê mêr ê herî baş hilda.

Xavier Dolan jî bi fîlma "Juste La Fin Du Monde"yê va xelata derhênerê herî baş hilda.

Solveig Anspach û Jean-Luc Gaget ji bo serkeftîbûna fîlma "L'effet Aquatique"yê xelata senaryoya herî baş hilda. Xelata fîlma biyanî ya herî baş jî derhênerê navdar Ken Louach bi fîlma "Moi, Daniel Blake"yê va hilda.

"Xelata rûmetê" ya îsal ya Cesarê dan George Clooneyê navdarê Hollywoodê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.