Spor

Barcelonayê 3 û 2 tîma Real Madrîdê têk bir

Tîma Barcelonayê 3 û 2 tîma Real Madrîdê têk bir, bû lîder

Türkan Tosun  | 24.04.2017 - Rojanekırın : 25.04.2017
Barcelonayê 3 û 2  tîma Real Madrîdê têk bir

Madrid

MADRÎD

Tîma Barcelonayê di 33emîn hefteya Lîga Futbolê ya 1emîn (La Lîga) a Îspanyayê de 3 û 2 tîma Real Madrîdê têk bir, bû lîder.

Barcelonayê bi vê têkbirinê va puana xwe derxiste 75an û tîma Real Madrîdê ya ku di La Lîgayê de demeke dirêj e lîder bû derbas kir.

- Messî, Alfredo Dî Stefano li paş xwe hişt

Futbolîst Messî di tîma Barcelonayê de jimara golên xwe yên di pêşbirkên fermî de derxiste 500î. Ji bilî vê di pêşbirkên El Clasîcoyê de jî Messî gihîşte 16 golan.

Futbolîstê tîma Real Madrîdê Alfredo Dî Stefano bi 14 golan va di van pêşbirkan de wek 'futbolîstê ku herî zêde golan diavêje' dihat zanîn. Lê Messî bi 16 golan ve ew derbas kir.

Ji hêla din Arda Turanê ku ev mehek e seqet bû baş bû û di nav kadroya Barcelonayê de cihê xwe girt. Lê rahêner Luîs Enrîque ew wek lîstikvan nîşan neda, ji ber wê Turan wek lîstikvanê yedek ma.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.