Spor

Barcelonayê der barê Neymar de daxuyanî da

Tîma Îspanyayê daxuyand futbolîst Neymar ji klubê re biryara xwe ya veqetînê eşkere kir.

Türkan Tosun  | 02.08.2017 - Rojanekırın : 02.08.2017
Barcelonayê der barê Neymar de daxuyanî da

Istanbul

ÎSTANBUL

Tîma Barcelonayê daxuyand ku futbolîst Neymarê ji Brezîlyayê vê sibê biryar daye ku ji tîma Barcelonayê derkeve û ev biryara xwe ji klubê re gotiye.

Li ser malpera înternetê ya klubê hat daxuyandin futbolîstê 25 salî îro sêrê sibê bi bavê xwe re yê ku di heman demê de menejerê wî ye hatiye klubê û ji rayedaran re gotiye ew dixwaze ji tîmê derkeve.

Di daxuyaniyê de behsa 222 milyon ewroyê ku bihayê serbestmayîna wî ye jî hat kirin.

Hat gotin ku Neymar wê bi destûreke berwext beşdarî antremanan nebe.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın