Spor

Bavê wê da xebitandin, 9 madalya qezenc kir

Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê Berfîn Kalkana 12 salî ya ku 4 sal e bavê wêrahêneriya wê dike di pêşbaziyên wushuyê da hetanî nika 8ên wan zêrîn 9 madalya sitand.

07.04.2017 - Rojanekırın : 11.04.2017
Bavê wê da xebitandin, 9 madalya qezenc kir

Diyarbakir

DIYARBAKIR (AA) - Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê Berfîn Kalkana 12 salî ya ku 4 sal e bavê wêrahêneriya wê dike di pêşbaziyên wushuyê da hetanî nika 8ên wan zêrîn 9 madalya sitand.

Berfîn Kalkanê piştî antremanên ku bi bavê xwe Nîmet Kalkanê rahênerê taxima neteweyî ra kir bi ser ket. Di şampiyanaya ku pêrar li Antalyayê hat kirin da Berfîn ketibû rêza 3yan, par bû şampiyona Balqanan û îsal jî bû şampiyona Tirkiyeyê. Berfînê bi şampiyontiyên herêm û bajêr va hejmara xelatên xwe derxiste 9an.

Pêşbaza neteweyî nika ji bo şampiyonayên Ewropa û dinyayê amadehiyên xwe dike. Berfînê 5 sal berê dest bi wusuyê kiribû û 4 sal e jî bi profesyonelî tevlî organîzasyonan dibe.

Berfîna Kalkana xwendekara pola 6an a Dibistanan Navîn a Sîlwanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji sala 2012an vir da bavê wê rahêneriya wê dike, di wushuyê da gelek caran serkeftî bû.

Berfînê got di bin banê Navenda Perwerdeya Gel a Qaymeqamtiya Sîlwanê da xebatên xwe didomîne, piştî ku ji xwendingehê derdikeve diçe amadehiyên şampiyonayê dike, êvarê jî li malê sipartêkên xwe çêdike, hevalên xwe jî teşwîqî vê sporê dike.

Berfînê got ku ji bo şampiyonayên Ewropa û dinyayê zehf zêde dixebite û wiha axivî: "Di serkeftina min da keda bavê min zehf zêde heye. Sedema serkeftina min xebata min e. Heke meriv bi xwe bawer bike tu tuiştek ji destê merivan xilas nabe."

Nîmet Kalkan jî got qîza wî jî wek wî spora wushuyê tercih kir û kêfa wî jî bi vê hat.

Kalkan destnîşan kir ku qîza wî di piçûktiya xwe da bi wî ra dihate antremana û wiha pê da çû: "Pêşiyê wek lîstik bi wushuyê ra eleqedar bû. Min bi xwe ra bire çend pêşbaziyan. Paşê me dest pê kir bi hev ra xebitîn. Şampiyotiyên qîza min ên bajar, herêm, Balqan û Tirkiyeyê hene. Ez bi qîza xwe serbilind im."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.