Spor

Beşîktaş dixwaze li hemberî Napoliyê bi ser keve

Di hefteya 3yemîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Beşîktaş a ku sibê wê bi Napoliya tîma Îtalyayê ra bê hemberî hev, dixwaze li hemberî nûnerên vî welatî vê carê bi ser keve.

18.10.2016 - Rojanekırın : 20.10.2016
Beşîktaş dixwaze li hemberî Napoliyê bi ser keve

Ankara

ÎSTANBUL

 Di hefteya 3yemîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Beşîktaş a ku sibê wê bi Napoliya tîma Îtalyayê ra bê hemberî hev, dixwaze li hemberî nûnerên vî welatî vê carê bi ser keve.

Beşîktaşa ku heta niha bi nûnerên vî welatî ra 11 pêşbirk kir li hemberî tîmên Îtalyayê bi ser neket. Di wan pêşbirkan da 2 beramberî bi dest xist û 9 caran jî li hemberî reqîbên xwe têk çû.

Cara ewil Beşîktaş di serdema 1975-1976an da di pêşbirka Qupaya Serfirazên Qupayê da bi Fiorentinayê ra hat hemberî hev û reqîbê wî her du pêşbirk jî bi skora 3-0î qezenc kir.

Herî dawîn jî tîma reş û spî di serdema 2004-2005an a Qupaya UEFAyê da bi Parmayê ra hat hemberî hev û 3-2 têk çû.

Beşîktaş beramberiyên xwe jî li hemberî Lazîo û Înterê bi dest xist.

Li hemberî tîmên Îtalyayê Beşîktaş heta niha bi ser neketiye û cara ewil e ku wê bi Napoliyê ra bê hemberî hev. Tîma reş û spî ya nûnerê Tirkiyeyê dixwaze reqîbê xwe têk bibe û serfiraziya xwe ya ewil a li hemberî tîmên Îtalyayê bi jêbirina Napoliyê va bide destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.