Cenk Îldem madalyaya bronz qezenc kir
Di Lîstikên Olîmpiyatê ya Rîoyê ya 2016an da Cenk Îldemê gulaşvanê milî yê ku di 98 kîloyî da gulaşê digre Alexuc Ciurariuyê Rumen avêt û madalyaya bronz sitand.
Istanbul
RIO DE JANEIRO
Di Lîstikên Olîmpiyatê ya Rîoyê ya 2016an da Cenk Îldemê gulaşvanê milî yê ku di 98 kîloyî da gulaşê digre Alexuc Ciurariuyê Rumen avêt û madalyaya bronz sitand.
Di misabeqeyên 98 kîloyê yên li Rîo de Janeîroya bajarê Brezîlyayê da Cem Îldem û Alexuc Ciurariu ji bo madalyaya bronz gulaş girtin.
Gulaşvanê milî 4-0 ji reqîbê xwe bir.
Cenk Îldem di tura ewil da gulaş negirtibû û derketibû tura 2yan, di tura 2yan da 3-1 ji Hardeep Hardeepê ji Hindistanê biribû, di fînala çaryek da bi Islam Magomedovê ûris ra gulaş girtibû û jê biribû, di tura nîvefînalê da bi Artur Aleksanyanê ermenî ra gulaş girtibû lê belê li gor serkeftina teknîkî dabû der.
Di Rîoyê da madalyaya 3yan
Tirkiyeyê di Olîmpiyadê Rîoyê da madalyaya 3yan bi Cenk Îldemê gulaşvan va sitand.
Di halterê da Daniyar Îsmayîlovê 69 kîloyî û gulaşvan Riza Kayaalpê 130 kîloyî 2 madalyayên zîv anîbûn û bi madalyaya bronz a Îldem va hejmara madalyayan derkete 3yan.