Di kupayên Ewropayê de rakîb wê eşkere bibin
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê û Lîga Ewropayê ya UEFAyê de pişka tura play-offê ya sezona 2017-2018an wê sibê bê avêtin.
Ankara
ANKARA
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê û Lîga Ewropayê ya UEFAyê de pişka tura play-offê ya sezona 2017-2018an wê sibê bê avêtin.
Pişka pêşbirkan wê sibê li Nyona bajarê Swîsreyê bi saeta Tirkiyeyê va di saet 13.00an de bê avêtin.
Rakîbê tîma Medîpol Başakşehirê jî wê eşkere bibe. Li gor îhtimalan rakîbên Medîpol Başakşehirê ji van tîman yek e; Sevîlla (Îspanya), Napolî (Îtalya), Liverpool (Îngiltere), CSKA Moskova (Rûsya) û Sportîng Lîzbon (Portekîz).
Piştî pişkavêtinê pêşbirkên ewîl wê di navbera 15 û 16ê tebaxê de, rovanş jî wê di navbera 22 û 23ê tebaxê de çêbibin.
Pêşbirka ewil a tura playy-offê ya Lîga Ewropayê wê di 17ê tebaxê de, rovanş jî wê di 24ê tebaxê de çêbibe.