Spor

Di pêşbirka Mersîn Îdmanyurdu-Amed Sportîf Faaliyetlerê de girjî

Di pêşbirka Mersîn Îdmanyurdu-Amed Sportîf Faaliyetlerê de girjî derket. Di deqîqeya 26emîn de alîgirek daket qadê û êrîşî Denîz Nakî kir.

26.08.2017 - Rojanekırın : 26.08.2017
Di pêşbirka Mersîn Îdmanyurdu-Amed Sportîf Faaliyetlerê de girjî

Mersin

MERSÎN

Alîgirek ku di dewra yekem a pêşbirka Mersîn Îdmanyurdu-Amed Sportîf Faaliyetler ên ku di di Koma Sor a Lîga 2yemîna TFFê de ne daket qadê, êrîşî yarîzanê tîma mêhvan Denîz Nakî kir.

Beriya pêşbirkê li Yarîgeha Mersînê rê nehat dayîn ku alîgirên Amed Sportîf Faaliyetlerê têkevin trîbunan. Yarîzanên tîma mêhvan dema ku xwestin ji bo xwe germ bikin dakevin qadê hinek alîgaran jê reli çepka xist, ji ber vê jî hêzên ewlekariyê alîgir derxistin derveyê qadê.

Di deqîqeya 26emîn de ku skor 0-0 bû alîgirek daket qadê û dema ku Denîz Nakiyê yarîzanê Amed Sportîf Faaliyetlerê xwe amade dikir lêdana serbest bike, êrîşî wî kir.

Yarîzanên herdu tîman digel hêzên ewlekariyê midaxeleyî alîgirê êrîşkar kirin û derxistin derveyî qadê. Piştî ku derket derveyî qadê polîsan ew binçav kir.

Amed Sportîf Faaliyetlerê li hember Mersîn Îdmanyurdu pêşbirk bi 7-0 qezenc kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.