Spor

"Em ê têkoşînê bidin ku sporên kevneşopî derxin asta bilind"

Bîlal Erdoganê Serokê Konfederasyona Etnosporê ya Dinyayê diyar kir ku sporê kevneşopî bang in û got, "Kêrî kombûna li gund, çol û bajaran tê. Li gor erf û edetên me kêrî piştevanî û alîkariyê tê. Pêşbazî be jî armanca wê ya sereke camêrtî ye."

Haydar Şahin  | 17.02.2018 - Rojanekırın : 18.02.2018
"Em ê têkoşînê bidin ku sporên kevneşopî derxin asta bilind"

Antalya

ANTALYA

Bîlal Erdoganê Serokê Konfederasyona Etnosporê ya Dinyayê diyar kir ku sporê kevneşopî bang in û got, "Kêrî kombûna li gund, çol û bajaran tê. Li gor erf û edetên me kêrî piştevanî û alîkariyê tê. Pêşbazî be jî armanca wê ya sereke camêrtî ye."

"Foruma Îhyakirina Sporên Kevneşopiyê" ya ku bi destê Konfederasyona Etnosporê ya Dinyayê tê li darxistin bi beşdariya 200 beşdarvanên ji 56 welatan va dest pê kir.

Serokê Konfederasyonê Erdogan di merasima vekirinê da axivî û got ku Şerê Cîhanê yê Ewil, bi gotina hin kesan va şerê parvekirinê hê temam nebûye û li gor encamên xwe hê dewam dike.

Erdogan wiha axivî: "Hê jî em pêvajoya tesfîyekirina împaratoriyan bi taybetî jî ya Împaratoriya Osmaniyan li dar e. Sînorên ku desthilatdaran piştî şer xêz kirine mixabin îro dibin sedema pevçûn, bêîstiqrariyên teze. Dewletên netewî yên sunî ên ku bibin sedema pevçûnên netewe, mezheb û dînan hatine avakirin nasnameyên etnîkî, mezhebî, dînî di nav Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê da pare vekirine mixabin em nika dibînin ku îstiqrar nayê."

Bîlal Erdogan got ku şaristaniya rojavayê hizûr neanî bêhizûrî, girî û xun anî, Aylanê ku cesedê wî li peravê xist, Umranê ku ji binê xirabeyan hat derxistin encama pergala wan e.

Erdogan diyar kir ku sazî û sîstema dinyayê ya piştî Şerê Cîhanê yê 2yan hatin avakirin jî ji holê radibin û wiha pê da çû: "Îro tu dibê demokrasî, azadî û mafên mirovan bi tenê ji bo welatên rojavayê tên nirxandin. Heke dixwazin mafên mirovan ên welatên rojavayê hilda bin bandora xwe bibînin, bira li çar aliyên dinyayê mêze bikin."

Bîlal Erdogan got dema ku şirketên kurewî dikevin ciyê dewletên neteweyî çanda kurewî jî qada çandên herêmî dagir dikin û wiha axivî:

"Îro çanda kurewî ewqasî bi tesîr e ku guh nade dîn, ziman, nasnameya etnîkî û folklorê, bi tena serê xwe bûye çand. Ji Tirkiyeyê misliman hetanî Tayland, Çîna budîst, Ewropaya xiristiyan hetanî Japonyayê heman çand, heman kinc, heman tirs, heman ziman û heman hewcedarî tên axaftin. Çanda kurewî ji bo miletên cuda heman hewcedariyan eşkere dike."

Erdogan got hedefa wan ew e ku xebatên wiha zêde bikin, sporên kevneşopî derxin asta bilind û dora xwe berfireh bikin, di nav 3 salan hejmara endamên ji 56 welatan derxin 100 welatî zêdetir.

Bîlal Erdogan ji ber tevkariya wan ji Ajansa Anadoluyê, THYê, TRTê û Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ra sipas kir.

Forumê bi rûniştinên sibê biqede.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın