Spor

Ezîzeya diyarbekirî di 49 saliya xwe da derket pêşbirka xwe ya ewil

Rêvebiriya Diyarbekirsporê ji ber eşqa wê ya li ser fitnolê ji Ezîze Ayê ra lîsans derxist û piştî ku pê ra peyman îmze kir, di tîmê da cara ewil forme li xwe kir.

26.02.2017 - Rojanekırın : 28.02.2017
Ezîzeya diyarbekirî di 49 saliya xwe da derket pêşbirka xwe ya ewil

Diyarbakir

DIYARBAKIR

 Li Diyarbekirê Ezîze Ay ji ber eşqa xwe ya li ser fitbolê di 49 saliya xwe da bû werzişvana bilîsans û bi tîma xwe ra di pêşbirka xwe ya ewil da leyîst.

Ezîze Ay ji ber eşqa wê ya li ser fitbolê û Fenerbahçeyê hatibû rojevê. Diyarbekirspora ku di 3yemîn Lîga Jinan û Grûba 8emîn da dileyîze, xwedî li Ezîze Ayê derket.

Piştî ku ji bo Ayê lîsans hat derxistin, wê bi klûbê ra peyman îmze kir. Ay bi formeya xwe ya 21 nimre va duh bi tîma Lîseya Anadoluyê ya Îmam Xetîbê ya Erganiyê ra leyîst. Ji ber performansa Ayê, temaşevanan jê ra çepik li hev dan û Diyarbekirsporê pêşbirk 2-0 qezenc kir.

- "Ez ji fitbolê pir hez dikim"

Ezîze Aya fitbolîst daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji 6 saliya xwe heta niha fitbolê dileyîze, lê malbata wê hez nake û wiha dewam kir: "Ez ji fitbolê pir hez dikim. Ji ber ku malbata min destûr nedida, min dizîka va top dileyîst. Ez radibûm û rûdiniştim min fitbolê dileyîst."

Ayê diyar kir ku ew alîgirekî tund ê Fenerbahçeyê ye û wiha dewam kir:

"Ez wek mêran mezin bûm. Di jiyana min da cihê fitbolê pir mezin e. Tîmên mezin gazî min kir, lê malbata min destûr neda. Diyarbekirsporê xeyala min bi cih anî. Ji min ra lîsans derxistin. Ez pir kêfxweş im. Heyş sal in min mêr kiriye û mêrê min timî ji min ra dibe destek. Ez saya serê mêrê xwe da li vê derê me. Mixabin mêrê min alîgirê Galatasarayê ye. Dema ku me hev nas kir, got ku ez fenerbahçeyî me, lê paşê derket holê ku alîgirê Galatasarayê ye. Ez ji bo vê pir li ber xwe ketibûm."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.