Fenerbahçeyê serkeftineke dîrokî bidest xist
Fenerbahçeyê di Fînala Çarîn a Lîga Ewropayê ya THYyê de tîma Olympîakosê 80 û 64 têk bir bû şampîyon
Istanbul
ÎSTANBUL
Tîma Basketbolê ya Mêran a Fenerbahçeyê di Fînala Çarîn a Lîga Ewropayê ya THYyê de tîma Olympîakosê ya Yewnanistanê 80 û 64 têk bir û di sezona 2016-2017an de bû şampîyon.
Tîma Fenerbahçe û Olympîakosê li salona sporê ya Sînan Erdem hatin pêşberî hev.
Di nîva ewil de Fenerbahçeyê 39 û 34 pêşbirk temam kir.
Di nîva duyem de jî Fenerbahçeyê baş lîst û tîma Olympîakosê ya Yewnanîstanê 80 û 64 têk bir.
Bi vî awayî di dîroka basketbolê ya Tirkiyeyê de di qada mêran de serkeftina herî mezin ji hêla Fenerbahçeyê ve hat bidestxistin.
Fenerbahçe piştî vê pêşbirkê di Fînala Çarîn de bû şampiyon.