Spor

Fenerbahçeyê xatir ji Ewropayê xwest

Fenerbahçeyê di tura 32yan a Lîga Ewropayê a UEFAyê da bi Krasnodara ekîba Rûsyayê ra lîst.

23.02.2017 - Rojanekırın : 25.02.2017
Fenerbahçeyê xatir ji Ewropayê xwest

Istanbul

ÎSTANBUL

Fenerbahçeyê di tura 32yan a Lîga Ewropayê a UEFAyê da bi Krasnodara ekîba Rûsyayê ra lîst.

Krasnodara mêvan di deqîqeya 7an da golek avêt û 0-1 pêşiyê ket.

Di deqîqeya 41î da Fenerbahçeyê jî golek avêt û pêşbirk bû 1-1. Nîva ewil a pêşbirkê bi vê encamê xilas bû.

Di nîva duduyan a pişbirkê da herdu taximan jî li ber xwe dan lê belê gol nehatin avêtin û pêşbirk berambere xilas bû.

Ji ber ku Fenerbahçeyê di pêşbirka deplasmanê da 1-0 dabû der ji Lîga Ewropayê ya UEFAyê xatirê xwe xwest.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.