Galatasaray û Kayserîspor wê bên hemberî hevdu
Tîma sor û zer wê sibê li Stada Turk Telekomê bi Kayserîsporê re pêşbirkê bike.
Istanbul
ÎSTANBUL
Galatasaray û Kayserîspor wê sibê di hefteya ewil a sezona 2017-2018 a Super Lîgê de bên hemberî hev.
Pêşbirk wê li Stada Turk Telekomê saet di 21.45an de dest pê bike, Halîs Ozkahya wê bibe hakemê pêşbirkê.
Armanca tîma sor û zer ewe ku li hember rakîbê xwe 3 puanan bigre.
- Rewşa Selçuk û Yasîn ne diyar e
Beriya pêşbirka di navbera Galatasaray û Kayserîsporê rewşa Selçuk Înan û Yasîn Oztekîn ne diyar e ku ka ewê di pêşbirkê de bilîzin an na.
Tedawiya herdu futbolîstan dewam dike, rahêner Igor Tudor wê li gor agahiya heyeta tenduristiyê biryarê bide.