Dinya, Spor, Jiyan

Li Silêmaniyê pêşbirkeke dostane ji bo têkoşîna dijî penceşêrê

Hunermendên komediyê yên Silêmaniyê û Hewlêrê ji bo nexweşên penceşêrê pêşbirkeke dostane kirin.

Ahmet Aydın  | 27.08.2017 - Rojanekırın : 28.08.2017
Li Silêmaniyê pêşbirkeke dostane ji bo têkoşîna dijî penceşêrê Nûçegihanê Foto: Feriq Fereç

As Sulaymaniyah

SILÊMANÎ

Hunermendên komediyê yên Silêmaniyê û Hewlêrê bi amadebûna sedan temaşevan ji bo nexweşên penceşêrê pêşbirkeke dostane kirin.

Serheng Osman serperiştê pêşbirka ku li bajarê Silêmaniyê li Yarîgeha Yaneya Kemal Selîm di navbera tîma Çexmax a Silêmaniyê û Geraweya Hewlêrê hat kirin ji nûçegihanê Ajansa Anadoluyê re axivî.


Serheng Osman serperiştê pêşbirka ku li bajarê Silêmaniyê li Yarîgeha Yaneya Kemal Selîm di navbera tîma Çexmax a Silêmaniyê û Geraweya Hewlêrê hat kirin ji nûçegihanê Ajansa Anadoluyê re axivî.

Osman anî ziman ku armanca lîstika wan komkirina dahatê ye ji bo Projeya Çiro ku projeyeke dilsozane ye ji bo eşkerekirin û têkoşîna penceşêrê li Herêma Kurdistanê.


Serheng Osman got, "Emê bi rêya wê dahatê li Herêma Kurdistanê navendeke teşxîs û lêkolînê ji bo penceşêrê damezirînin. Ji bo damezrandina vê navendê pêdiviya me bi çavkaniyeke darayî heye. Bi vê mebestê em hewl didin bi rêya çend çalakiyên hunerî û werzişî dahatê kom bikin."

Herwiha hat gotin ku rovanşa vê pêşbirkê meha pêşiya me wê li bajarê Hewlêrê bê lîstin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.