Spor

Li Îdirê ji bo werzişvanên siruştê Çiyayê Tekeltiyê wê bibe navenda cazîbeyê

Çiyayê Tekeltiyê li Tuzlucaya navçeya Îdirê, gundê Akolukê ye û ji bo werzişên siruştî çiyayekî pir kêrhatî ye, gundiyên li serê çiyê dê mal û tesîseke sosyal çêkin da ku ew der ji bo werzişvanên siruştê bibe navenda cazîbeyê.

İbrahim Atmaca  | 16.05.2017 - Rojanekırın : 17.05.2017
Li Îdirê ji bo werzişvanên siruştê Çiyayê Tekeltiyê wê bibe navenda cazîbeyê

Iğdır

IGDIR

Çiyayê Tekeltiyê li Tuzlucaya navçeya Îdirê, gundê Akolukê ye û ji bo werzişên siruştî çiyayekî pir kêrhatî ye. Bilindahiya çiyê 2 hezar û 552 mêtre ye û gundiyên li serê çiyê dê mal û tesîseke sosyal çêkin da ku ew der ji bo werzişvanên siruştê bibe navenda cazîbeyê.

Şêniyên gundê Akolukê ji bo ku Çiyayê Tekeltiyê bibe navenda cazîbeyê û ji gundê wan ra bibe deriyê dahatê, dest bi teşebusan kirin.

Şêniyên gund ji bo danasîna herêmê kampanya li dar xistin û biryar dan ku bi dahata kampanyayê li pêşiya çiyê tesîseke sosyal ava bikin. Di nav tesîsê da malên çiyê û mêvanan, qada kampê, mizgeft, park û aletên sporê wê werin çêkirin.

Gundiyan qadeke ku ji hezar û 200 mêtrekareyî pêk tê hîbe kir û çêkirina tesîsê dest pê kir. Bi çêkirina tesîsê va li herêmê kesên ku bi çiyagerî, duçerxeya çiyê, paraşûta berpal, meşa siruştê, kampdanî, wênekêşî û hilpasbûna zinaran ra eleqedar dibin, wê li vê tesîsê werin ezimandin.

Çêkirina mala çiyê jî dest pê kir û wê navê çiyagerê îdirî Îskender Igdir lê bikin. Çiyager Igdir di sala 2000î da hilkişiya ser Çiyayê Agiriyê, lê ket û mir.

Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Îdirê Osman Engîndenîz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku tesîs wê ji bo tûrîzma herêmê feydeya xwe çêbe.

Engîndenîz bal kişand ku Çiyayê Tekeltiyê û der û dora wî ji bo werzivanên siruştê hema bêje xwediyê hemû şert û mercan e.

Ji gundiyan Huseyîn Atam jî diyar kir, bi teşebusên ku wan kir va herêm wê ji bo tûrîzmê xurt bibe, pêşî li ber koça gundiyan bigire û herêm dê pêşkeve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın