Spor

Rafael Nadal bû şampiyon

Nadal di pêşbirka tenîsê de bû şampiyon

Türkan Tosun  | 11.09.2017 - Rojanekırın : 12.09.2017
Rafael Nadal bû şampiyon

New York

NEW YORK

Di pêşbirka tenîsê ya heyama dawîn a grand slamê de Rafael Nadal di fînala mêran a Emrîkayê de bû şampiyon.

Fînala mêran a pêşbirkê li New Yorkê hat lidarxistin.

Rafael Nadalê (31) spanyolî yê ku di klasmana dinyayê de di rêza yekem de ye û Kevin Andersonê ji Komara Efrîqaya Başûr ê ku di rêza 28emîn de ye hatin pêşberî hev.

Nadal bi setên 6-3, 6-3 û 6-4an va Andersan têk bir û bû şampiyonê DYAyê û 3,7 milyon dolar xelat girt.

Rafael Nadal bi vê serkeftinê cara sêyem bû şampiyonê DYAyê.

Nadal spasiya apê xwe Tonî Nadal kir û got wî ji 3 saliya xwe pê ve perwerdeya tenîsê ji apê xwe hildaye û apê wî her tim piştgiriya wî dike.

Ji bo kesên ku di erdheja Meksîkayê ya ku roja înê bi lerza 8,1 çêbû de mirine û ji bo kesên ku di tofanên Irma û Harveyê yên li Emrîkayê de mirine jî Nadal peyama sersaxiyê da û got dem ew dem e ku ew bihêz bin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın