Spor

Real Madrîdê bi golekê qezenc kir

Real Madrîdê di pêşbirka xwe ya ewil a fînala çaryekê da li deplasmanê 1 û 0 ji Leganesê bir.

Haydar Şahin  | 19.01.2018 - Rojanekırın : 19.01.2018
Real Madrîdê bi golekê qezenc kir

Madrid

MADRÎD

Real Madrîdê di pêşbirka xwe ya ewil a fînala çaryek ya Kupaya Qralê Spanyayê da li deplasmanê 1 û 0 ji Leganesê bir.

Leganesê li Stada Butarqueyê li Real Madrîdê mazûvanî kir. Di nîva ewil a pêşbirkê da herdu taxim jî bi ser neketin û gol nehat avêtin û nîvê ewil 0-0 berambere xilas bû.

Di deqîqeya 89an da Marco Asensîo golek avêt û Real madrîd 1-0 derbasî pêşiyê bû û pêşbirk bi vê encamê xilas bû.

Rovanşa pêşbirkê ew ê di 24ê rêbendanê da were lîstin.

Di pêşbirkên fînala çaryek ên Kupaya Qralê Spanyayê yên ku duh hatin lîstin da Espanolê 1-0 ji Barcelonayê, Sevîlla 2-1 ji Atletîco Madrîdê, Valecîayê 2-1 ji Alaves bir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.