Spor

Tîma ku îsal performansa herî baş nîşan da Tirkiye ye

Tirkiyeyê di 12 mehên dawîn de 329 pûan berhev kir û di klasmana dinyayê ya FIFAyê de xelata "Tîma ku îsal performansa herî baş nîşan da" wergirt.

Abdullah Tel  | 03.12.2015 - Rojanekırın : 08.12.2015
Tîma ku îsal performansa herî baş nîşan da Tirkiye ye

Ankara

ANKARA

Tirkiyeyê îsal 329 pûan berhev kir û di klasmana dinyayê ya Yekîtiya Federasyonên Fitbolê ya Navneteweyî (FIFA) de xelata "Tîma ku îsal performansa herî baş nîşan da" wergirt.

FIFAyê ji ser malpera xwe ya înternetê rêzkirina dinyayê ya meha kanûnê weşand û diyar kir Tirkiyeya ku di 12 mehên dawîn de 329 pûan berhev kir layiqê xelata "Tîma ku îsal performansa herî baş nîşan da" hat dîtin.

Hat gotin serfiraziya ku Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê di sala 2008an de di organîzasyona Şampiyoniya Fitbolê ya Ewropayê de nîşan da û di pêşbirkên kifşkirina komên UEFA EURO 2016yan de Hollanda, Komara Çek û Îzlandayê têk bir jî di hildana vê xelatê de bi kêr hat.

Tîma Tirkiyeyê vê mehê 3 pêlik daket lê digel vê bi 933 pûnanan ve sala 2015yan di rêza 21î de bi cih bû û piştî Tirkiyeyê tîma ku herî zêde performans nîşan da jî Macaristan (313 pûan) û Nîkaragûa (295  pûan) bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın