Spor

Yarîgehan Fethî Sekîn jibîr nekir

Di pêşbirkên fitbolê yên hefteya borî da polês Fethî Sekîn ku bi bihayê canê xwe rê li ber êrîşa terorê ya li Îzmirê girt, nehat jibîrkirin.

17.01.2017 - Rojanekırın : 18.01.2017
Yarîgehan Fethî Sekîn jibîr nekir

Istanbul

ANKARA

Di pêşbirkên fitbolê yên hefteya borî da polês Fethî Sekîn ku bi bihayê canê xwe rê li ber êrîşa terorê ya li Îzmirê girt, nehat jibîrkirin.

Alîgirên Goztepeyê maskeyên ku hatin belavkirin, dan ber çavê xwe.

Temaşevanên pêşbirka tîma Goztepe û Denîzlîsporê ku di Lîga 1emîn a PTTyê da dipêşbazin, maske dan ber çavê xwe û polêsê qehreman bi bîr anîn.

Ji xeynî vê, pankartên ku li ser "Qehreman can didin bona welat" û "Vir Îzmir e, ne Hesen Tehsîn, ne jî Fethî Sekîn diqedin" nivîsar in, daliqandin.

Zeynep Dîla ku yek ji 3 zarokên polêsê şehîd Fethî Sekîn e, pêşbirk temaşe kir.

Piştî golê maskeyê Fethî Sekîn

Di pêşbirkê da lîstikvanê ji Brezilyayê Andre Moritz piştî ku li ser navê Denîzlîsporê gol avêt, maseyê polêsê şehîd Fethî Sekîn da ber çavê xwe.

Li Konyayê lawê şehîd derket yarîgehê

Di Lîga Super a Spor Totoyê da, di pêşbirka Atîker Konyaspor û Galatasariyê da Kurê Fethî Sekîn, Burak Tolunay Sekîn digel lîstikvanan derket yarîgehê.

Elazigsporê qebra şehîd ziyaret kir

Di 17emîn hefteya Lîga 1emîn a TFFyê da Elazigspor û Şanliurfaspor li Stadyûma Ataturkê ya Elazigê hatin hemberî hev.

Qefleya Elazigsporê piştî pêşbirkê çû ziyareta qebra polêsê şehîd Fethî Sekî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.