Dinya, Tenduristî

Ji bona nexweşxaneyên li Sûriyeyê banga alîkariyê

Mehmet Gulluogluyê Midûrê Giştî yê Heyva Sor a Tirkiyeyê destnîşan kir li tevahiya Sûriyeya lê şerê navxweyî heye di warê xizmetên tenduristiyê da astengî hene û bang kir divê alîkariyê bidin nexweşxaneyên li Sûriyeyê.

Nihat Kavşut  | 05.05.2017 - Rojanekırın : 06.05.2017
Ji bona nexweşxaneyên li Sûriyeyê banga alîkariyê

Kilis

KILÎS

Mehmet Gulluogluyê Midûrê Giştî yê Heyva Sor a Tirkiyeyê destnîşan kir li tevahiya Sûriyeya lê şerê navxweyî heye di warê xizmetên tenduristiyê da astengî hene û bang kir divê alîkariyê bidin nexweşxaneyên li Sûriyeyê.

Gulluoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir Heyva Sor a Tirkiyeyê bi saya ofîsên mayînde yên li Somalî, Filistîn, Iraq, Pakistan û Bangladeşê alîkariya însanî dike.

Mehmet Gulluoglu diyar kir bi taybetî li Azez-Cerablusa bi operasyona Mertalê Feratê hatin paqijkirin alîkariya însanî dikin û gor ji xeynî vê di warê perwerde û tenduristiyê da jî dixebitin.

Gulluoglu destnîşan kir Heyva Sor a Tirkiyeyê li nav Sûriyeyê kamp ava kirine û hewl didin alîkariya kesên hewcedar bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın