Tenduristî

Jinika ducanî bi zehmetî gihandin nexweşxaneyê

Li Yuksekovayê ji ber ku rê girtîbûn jineke ducanî ya ku sanciya wê dest pê kir bi zehmetî gihandin nexweşxaneyê.

15.02.2017 - Rojanekırın : 15.02.2017
Jinika ducanî bi zehmetî gihandin nexweşxaneyê

Hakkari

HAKKARÎ

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji ber ku berf zêde heye û rê girtine, Raîbe Onera 9 mehî hemîle ye bi zehmetî gihandin nexweşxaneyê.

Sanciya Reîbe Onera ku li mezraya Dîşliyê ya ku girêdayî gundê Degerliyê dijî, pê girt. Eqrebayên wê telefonê ambulansê kirin ku wê bigihînin nexweşxaneyê lê ji ber ku berf û bager bû ambulans di berfê de asê ma.

Makîneyên kar qasî 5 saetan xebitîn û ambulans ji berfê derxistin. Piştê vê Oner rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê.

Cîhan Onerê eqrebayê Raîbe Onerê behsa zehmetiya ku dijîn kir û wiha axivî: "Ji ber ku rê girtîne wesayît naçin û nayên. Sanciyên wê girt û me telefonê ekîban kir. Li ser rêya gund bager heye û ekîbê zehmetî kişand. Me nexweşxa xwe gihande nexweşxaneyê. Em sipasiya ekîban dikin."





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.