Tenduristî

Kesên ku gruba xwîna wan "0" e rîska sekna qelbê wan kêm e

Kesên ku gruba xwîna wan "0" e îhtimala sekna qelbê wan û şilbûna wan li gor yên din kêm e.

İbrahim Atmaca  | 03.05.2017 - Rojanekırın : 03.05.2017
Kesên ku gruba xwîna wan "0" e rîska sekna qelbê wan kêm e

Ankara

ANKARA

 Hat gotin, kesên ku gruba xwîna wan "0" e îhtimala sekna qelbê wan û şilbûna wan li gor yên din kêm e.

Li gor nûçeya BBCyê, lêkolîna ku encamê wê di kongreya Civata Kardiyolojiyê ya Ewropayê da hat eşkerekirin, zanyaran li ser milyonek û 3 hezar kesan xebatek kir. Li gor xebatê kesên ku gruba xwîna wan "0" e, rîska wan a koroner û kardiyovaskulerê li gor grubên xwînê yên din ji sedî 9 kêmtir e.

Kesên ku gruba xwîna wan "A", "B" û "AB" ne, di xwîna wan da proteînek heye û ev proteîn dibe sedema tîrbûna xwînê. Ev jî rîska sekna qelb zêde dike.

Pispor dibêjin her çend rîsk kêm be jî meriv li ser hemû nifûsê bisekine, hejmar zêde dibe.

Beriya vê lêkolînê jî lêkolînek hatibû kirin û li gor lêkolînê kesên ku gruba xwîna wan "AB" ne, li gor grubên din qelbê wan zû disekinin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın