Tenduristî

Li Amerîkayê cêwiyên bi hev va bi emeliyetê ji hev veqetiyan

Serê cêwiyan bi hev va bû û piştî emeliyeta 11 saetan ji hev hatin veqetandin

14.06.2017 - Rojanekırın : 14.06.2017
Li Amerîkayê cêwiyên bi hev va bi emeliyetê ji hev veqetiyan

Ankara

PHILADELPHIA

 Li Amerîkayê cêwiyên ku serê wan bi hev va bû piştî emeliyeteke 11 saetî ji hev veqetiyan.

Ji cerahên Nexweşxaneya Zarokan ya li Philadelphiayê Dr. Jesse Taylor diyar kir, emeliyeta xwîşkên 10 mehî Erîn û Abby Delaney serkeftî derbas bû, dergûş di beşa nexweşên giran da ne.

Taylor got ku emeliyeta veqetandina cêwiyên siyam pir tevlihev e û piştî emeliyetê pêvajoya qencbûnê jî dirêj e.

Erîn û Abby li eyaleta Carolînaya Bakur di meha tîrmehê da beriya wextê xwe hatin dinyayê û serê wan bi hev va bû.

Cêwiyên ku serê wan bi hev va ne, li gor cêwiyên ku qefesa sing an jî zikê wan bi hev va ne kêmtir tên dîtin.

Erîn û Abby cêwiyên 23yemîn in ku di nav 60 salên dawîn da li Nexweşxaneya Zarokan ya li Philadelphiayê ji hev hatin veqetandin, lê yên yekemîn in ku ji serî va hatin emeliyetkirin û ji hev hatin veqetandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın