Tenduristî

Li Çînê qirêjbûna hewayê di asta talûkeyê da ye

Li Pekîna paytext qirêjahiya hewayê li gor pîvana PM 2,5ê 32 qat ji pileya tenduristiyê derbas kir.

İbrahim Atmaca  | 04.05.2017 - Rojanekırın : 06.05.2017
Li Çînê qirêjbûna hewayê di asta talûkeyê da ye

Beijing

PEKÎN

Li herêmên navendî û bakur ên Çînê qirêjbûna hewayê derket asta xeteriyê.

Îdareya Meteorolojiya Neteweyî ya Çînê daxuyand, Paytext Pekîn jî di nav da li gelek bajarên 8 eyaletan li gor pîvana rêjeya partîkulê a PM 2,5ê, qirêjiya hewayê 32 qat ji sînorê tenduristiyê derbas kir û derket 800î. Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ji bo tenduristiyê sînorê paqijiya hewayê 25 e. Li gor pîvana PM 2,5ê 150 û ji wê zêdetir "talûke" tê qebûlkirin.

Li herêmên navendî û bakur ên Çînê ji duh bi şev pê va bahoza qûmê dest pê kiriye û bahozê bi xwe ra hewaya qirêj jî anî û bi rabûna bahozê ra qirêjbûna hewayê derket asta talûkeyê. Li hin herêmên paytext Pekînê mesafeya dîtinê heta 100 mêtreyî kêm bû.

Rayedar dibêjin ku bahozê heta sibê dewam bike, heke mecbûriyet tunebe bira kes dernekeve derva, kesên ku derketin jî bira maskeyê bidin ber devê xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın