Tenduristî

Zexta Bexdayê nexweşên Talasemiyê bi mirinê re rûbirû dihêle

Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) nexweşên Talasemiyê ku di nav gel da jê ra dibêjin nexweşîna Anemiya Behra Sipî ji ber qeyrana siyasî ya di navbera Bexda û Hewlêrê da derman nabînin û li ber mirinê ne

Nihat Kavşut, Sevim Hatun  | 28.12.2017 - Rojanekırın : 02.01.2018
Zexta Bexdayê nexweşên Talasemiyê bi mirinê re rûbirû dihêle

Arbil

HEWLÊR

Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) nexweşên Talasemiyê ku di nav gel da jê ra dibêjin nexweşîna Anemiya Behra Sipî ji ber qeyrana siyasî ya di navbera Bexda û Hewlêrê da derman nabînin û li ber mirinê ne.

Hikûmeta navendî ya Iraqê bi hinceta referandûma 25ê Îlonê li Herêma Kurdistana Iraqê hat kirin qederê 3 meh in dermanên dişand êdî naşîne. Dermanên ku ji bona nexweşînên giran û kronîk tên emilandin li piyaseyê bi hêsanî nayên peydakirin. Bi taybetî nexweşên Talasemiyê yên feqîr nikarin derman peyda bikin û li ber mirinê ne.

Saman Berzenciyê Midûrê Tenduristiyê yê Hewlêrê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji sala 2003yan vir va Bexdayê bi pergal alîkariya derman dida hemû wîlayetên Iraqê, lê 3 mehên dawîn hikûmeta navendî ji ber behane û hincetên curbecur derman naşîne. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên mezin."

Berzencî destnîşan kir ji ber kêmbûn û tunebûna dermanan bi taybetî nexweşên Talasemiyê di tengasiyeke mezin da ne û wiha got: "Li Herêma Kurdistanê bi tavahî hezar û 500 nexweşên Talasemiyê hene û di nav 3 mehên dawîn da nehatine dermankirin û bêderman dimînin."

Saman Berzencî diyar kir heger rewş wiha dewam bike ji bona peydakirina dermanan wê ji Neteweyên Yekbûyî, xêrxwaz û dewletên cînar yên wekî Tirkiyeyê alîkariyê bixwazin.

Berdevkê Yekîtiya Nexweşiya Talasemiyê ya Herêmê Sîrwe Elî got ku ew bûn qurbana nelihevkirina siyasî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji ber vê yekê sê mehên dawîn ew ketin tengasiyê.

Sîrwe Elî got ku ji bo zarokan 3 cure derman lazim in, lê belê du cure derman li piyeseyê tune ne û ji ber vê yekê hin nexweş mirin.

Sîrwe Elî wiha dewam kir: "Îsal ji ber Talasemiyê 17 nexweş mirin. Mixabin ji vana hinek ji ber nebûna derman mirin."

Helbest Semîra 9 salî ya li nexweşxaneyê tê dermankirin got: "Ez tenê derziyê dixwazim. Dibe ku ew derman min ji mirinê xilas bike."

Dayik Nebat Eliyê got ku perê wan tune ku qutiyek derman bistînin û wiha axivî: "Rewşa 3 zarokên min nebaş e. Roj bi roj xirabtir dibe. Derûniya wan xirab bû. Zêdetirê 3 mehan e ku li hêviya derman in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.