Tirkiye, Polîtîka

"Aramî û bextewariya ermeniyan ji bo me pir girîng e"

Serokomar Erdogan di peyama xwe ya ku şand merasima dînî ya ku li Patrîkxaneya Ermeniyan a li Stenbolê de got: "Aramî, ewlehî û bextewariya cimaeta ermeniyên li welatê me dijîn ji bo me pir girîng e"

Türkan Tosun  | 24.04.2017 - Rojanekırın : 25.04.2017
 "Aramî û bextewariya ermeniyan ji bo me pir girîng e"

Ankara

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya ku şand ayîna dînî ya li Patrîkxaneya Ermenî ya li Stenbolê da wiha got, "Armanî, ewlekarî û dilşadiya cemaeta ermeniyên li welatê me bona me xwedan girîngiyeke taybet e. Teyaxa me tune ku yek welatiyekî me yê ermenî jî xwe wekî welatiyekî çîna duyemîn hîs bike, were cudaxistin û cihêxistin."

Serokomar Erdogan ji ayîna dînî ya li Patrîkxaneya Ermenî ya li Stenbolê ra peyamek şand. Erdogan di destpêka peyama xwe da silav da Cîgirpatrîkê Giştî yê Ermeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan û welatiyên ermenî û diyar kir ku ew, îsal jî ermeniyên osmanî yên ku di şert û mercên dijwar ên Şerê Cihanî yê Yekemîn da jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî bibîr tîne, serxweşiyê dide neviyên wan.

Serokomar Erdogan di peyama xwe da destnîşan kir tirk û ermenî ku du civakên qedîm ên herêmê ne û hezar salî li ser vê axê bi hev ra jiyane, dîrok û çandeke hevpar bi hev ra parve kirine û wiha pê da çû:

"Civaka ermenî çi di Împaratoriya Osmanî da û çi jî di Komara me ya ku emrê wê digehîje sed salî da gelek ewladên biqîmet perwerde kirine ku bi kêrî pêşketina welatê me hatine. Mîna duhê îro jî ermenî welatiyên me yên azad û wekhev in û di hemû şaxên jiyana me ya sosyal, siyasî û bazirganiyê da cih digirin.

Armanca me hemûyan a hevpar ew e ku birînên kevn ên van herdu gelên ku bi sedan salan keder û kêfxweşiya wan yek e, baş be û rabitayên wan ên însanî zexmtir bin. Di vê çarçoveyê da me di 14 salên dawîn da gelek gav avêtin, reformên dîrokî pêk anîn. Emê xebatên xwe yên der heqê bibîranînên ermeniyên osmanî û mîrata çandî ya ermeniyan da di vê qonaxa pêşiya me da zêdetir bikin û bidomînin.

Bi vê wesîleyê va ez dixwazim ku binê vê xusûsê bi taybetî jî xêz bikim: Armanî, ewlekarî û dilşadiya cemaeta ermeniyên li welatê me bona me xwedan girîngiyeke taybet e. Teyaxa me tune ku yek welatiyekî me yê ermenî jî xwe wekî welatiyekî çîna duyemîn hîs bike, were cudaxistin û cihêxistin."

Serokomar Erdogan diyar kir ku ew hêvî dike hilbijartina Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê di kurtedemekê da bidawî be û wiha got:

"Daxwaza min ew e ku hûn di xebatên xwe da bi ser bikevin. Bi van ramanan va ez, serhatiyên ermeniyên osmanî yên ku di destpêka sedsala bîstan da jiyana xwe ji dest dan bibîr tînim. Bona bi milyonan welatiyên osmanî yên ku di şert û mercên teng ên Şerê Cihanî yê Yekemîn da jiyana xwe ji dest dan ez ji Xwedê rehmetê niyaz dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın