Tirkiye

Li bajarên bêteror guherîn: Gercuşa navçeya Batmanê

Li Gercuşa navçeya Batmanê ku cîgirê şaredar lê hat wezîfedarkirin, pirsgirêkên ku bi salan e di ser hev da mane, yek û yek tên çareserkirin.

EKÎP  | 17.12.2017 - Rojanekırın : 18.12.2017
 Li bajarên bêteror guherîn: Gercuşa navçeya Batmanê

Batman

BATMAN 

Li Gercuşa navçeya Batmanê ku cîgirê şaredar lê hat wezîfedarkirin, pirsgirêkên ku bi salan e di ser hev da mane, yek û yek tên çareserkirin.

Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî Şaredarê DBPyî Abdulkerîm Kaya ji wezîfeyê hilda, Qaymeqam Unal Koç wek Cîgirê Şaredarê Gercuşê hat tayînkirin. Bi xizmeta ku Koç da destpêkirin va pêvajoya çareserkirina pirsgirêkên navçeyê dest pê kir.

Gercuş heta sala 1926an gundekî Midyada navçeya Mêrdînê bû û pişt ra bû navçe, pêşî bi Mêrdînê va hat girêdan paşê di sala 1990î da Batman bû parêzgeh û bi Batmanê va hat girêdan. Li navçeyê heta niha ava vexwarinê pirsgirêka sereke bû. Ji bilî avê binesaziya navçeyê û rê û dirb jî pirsgirêk bûn. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan xebatan dest pê kir û pirsgirêk hêdî hêdî çareser dibin.

Li navçeyê nêzî 20 milyon lireyî veberhênan hat kirin û piştî vê veberhênanê reng û ruyê navçeyê nûjen bû. Beriya niha rojê 2 saet ava vexwarinê li navçeyê dihat, lê ev niha derket 8 saetan.

Li navçeyê çavkaniyên gel dîsa ji bo gel tê xebitandin. Veberhênanên ku xeyala wan dihat kirin, yek û yek tên kirin.

- Ava vexwarinê ya Gercuşê wê timî bikişe

Cîgirê Şaredar Koç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan dema ku dest bi wezîfeyê kir, wan demildest dest avêt pirsgirêka avê ya 90 salî.

Koç diyar kir ku wan bi budçeya 600 hezar lireyî va li ser sînorê navçeya Midyadê li texma Bariş Tepeyê bîrên avê vekirin û bi saya serê wan bîran va ava navçeyê êdî rojê 8 saetan dikişe. Koç wiha dewam kir: "Mixabin dema ku me dest bi wezîfeyê kiribû, av rojê 2 saetan dihat. Bi guhertina şebekeya me ya ava vexwarinê va êdî av wê 24 saetan bikişe."

Koç diyar kir ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên binesazî û nava navçeyê ji Bankeya Parêzgehan 6 milyon lire çavkanî peyda kir û bi vî pereyî va ji bo kanalîzasyon, tesîsa dawerbandinê û xetên drenaja baranê nû bibin îhale hat kirin.

Koç diyar kir, ji bilî xebatên binesaziyê, ji bo qadên jiyana civatî jî li navçeyê xebat berdewam dikin û wiha dewam kir:

"Der û dora Gola Qirqatê bi milyonek û 300 hezar lireyî va hat çêkirin. Êdî mirov dikarin li wê derê geşt û seyranê bikin. Ji bo ku ev der bibe cihê seyranê îdareya GAPê piştgirî da me. Ev proje li ber qedandinê ye. Ji sedî 90ê vî pereyî îdareya GAPê da."

Koç diyar kir ku wan ji bo ciwanan li navçeyê korta tenîsê, sehaya voleybolê çêkir, li gundekî jî seha hat çêkirin.

Bi 944 hezar lîre pereyê ku me ji Îdareya GAPê hilda va emê li navenda navçeyê dikaneke ku berên herêmî tên firotin çêbikin. Emê di sala 2018an de van xizmetan bikin. Şaredariya Bursayê ya bira parkeke zarokan û bexçeyekî çayvexwarinê çêkir."

Koç got bi 200 hezar lîreyî va li navenda navçeyê rêyên xirabe hatin çêkirin û asfaltkirin.

Koç anî ziman ku li ser rêya Gercuş-Kayapinar-Midyadê ya ku zêde qeza çêdibin wê xaçerêyek bê çêkirin, ji bo vê xebata 8 milyon lîreyî hatiye destpêkirin.

Ji bilî van ji bo wesayîtên şaredariyê jî Koç got wesayîtên çopberhevkirinê, agirkujê, cinazeneqilkirinê ji bo navçeyê hatine temînkirin

Koç got ji bo perwerdekirina cotkaran wê navendek bê çêkirin.

Ji bo xebatên ku heta niha hatine kirin Koç wiha axivî: "Di meha remezanê de me fitar da 3 hezar û 500 kesî. Bi beşdariya 900 zarokên me va me şahiya bafirokan li dar xist. Me 500 zarok şande şanoyê. Me hezar zarokên me şande fuara pirtûkan a li Batmanê û 10 hezar lîreyî çekên pirtûkan li wan belav kir. Bi hevkariya TUGVAyê va me 44 xwendekarên xwe şande Stenbol, Edirne û Keşanê. 779 zarokên me yên diçin dibistana navîn û qet neçûne sînemayê me şande Batmanê ku sînemayê temaşe bikin. Em çay û şekirên malên teziyeyan didin. Ji bo zarokên nû hatine dinyayê em diyariyan dişînin malên wan. Di otobêsên navbera Gercuş û Batmanê seferê dikin de eqrebayên şehîd, xaziyan, xwendekar û welatiyên temenê wan 65an mezin e bê pere diçin û tên. Di hemû mizgeft û mînare hatin ronîkirin. Li dibistan û mizgeftan de xebatên boyaxkirinê dewam dikin."

Koç got xebatên berê nehatine kirin niha tên kirin û gelê Gercuşê layiqê xizmetên herî baş e.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.