Tirkiye, Polîtîka

"Nehêlin kes bikeve navbera we û dewleta we"

Xelkê Mêrdînê eleqeyeke germ nîşanî vekirina bikomî ya li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê dan ku dê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan birêve biçe

30.03.2017 - Rojanekırın : 31.03.2017
 "Nehêlin kes bikeve navbera we û dewleta we"

MÊRDÎN

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Heke ku îro salê 10 milyon turîst neyên Mêrdînê, welatiyên me yên li vir ji vê bereketa îstîfade mekin, sedema vê birayên me yên mêrdînî nînin, sedem rêxistina terorê ye, rêxistina terorê ya cihêxwaz e. Ne turîst ne jî sermayedaner tên ciyê lê teror hene."

Xelkê Mêrdînê eleqeyeke germ nîşanî vekirina bikomî ya li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê dan ku dê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan birêve biçe.

Serokomar Erdogan Qendîla Regaîpê ya alema îslamê bimbarek kir û got ku Qendîla Regaîpê mizgîniya hatina sê mehan e.

-Devleta Komara Tirkiyeyê, dewleta 80 milyon welatiyên me hemûyan e

Serokomar Erdogan got, "Rêxistina terorê li gor emrê ku hin kesan danê tevgeriya ku zirarê bide Tirkiyeyê û xuşk û birayên me yên kurd avête agir. Kesên ku îmkanên siyasetê dida wan ji bo pêşîlêbirîna terorê bi kar neanîn û dan emrê wan jî dar avêtin wî agirî.

Devleta Komara Tirkiyeyê, dewleta 80 milyon welatiyên me hemûyan e. Karê serê hemû kesên ku rê li pêşiya kesên hewldidin bi rêya guftûgo û hevdîtina meseleyan çareserbikin digirin, bipelçiqîne. Herwiha çalakiyên çalvedanê yên ku rêxistina terorê da destpêkirin bertefer kir, teror kirin wan çalên ku ewan bi destê xwe vedabû û vê hêza xwe nîşan da."

-Li vî welatî ji tu terorîstekî ra rihetî tune

Serokomar Erdogan bal kişand ser rêxistinên terorê û wiha dewam kir:

"Ji bo ku welatê xwe û însanên xwe yên li herêmê ji rêxistina terorê xilas bikin hêzên me yên ewlekariyê 24 saetên 365 rojan dixebitin. Êdî endamê kîjan rêxistinê dibe bira bibe li vî welatî ji tu terorîstekî ra rihetî tune. Yan ew ê ji rêya şaş a ku ketinê vegerin yan jî van erdan terk bikin û herin. Ku wisa nekin em ê bi leşker, polês û gundparêzên xwe va wan ji welatê xwe paqij bikin."

- Em ê tu welatiyekî xwe li hêviya însafa rêxistina terorê nehêlin

Serokomar Erdogan got em ê tu welatiyekî xwe li hêviya însafa rêxistina terorê, hêviya însafa dûmahikên siyasî yên rêxistina terorê nehêlin û destûrê nedin di destê wan de bibin pêlîstok û wiha xpê ve çû:

"Êdî tu gotinekê wan siyasetmedarên ku îradeya miletê badil hewa kirin, birin dan destê wan talankerên rêxistinê bibêjin nemaye. Çi dibe bila bibe, destûrê nedin kesî ku bikeve nava we û dewleta we. Ji vir û pê ve muxatabê me tenê milet e, hûn in. Me pêvajoya çareseriyê da destpêkirin, belê me da destpêkirin. Lê ji vê fêm nekirin, mixabin rabûn bombe teqandin, çal vedan.

-Em li ser îstiqameta rast in

Serokomar Erdogan got:

"Ez ji vê derê, ji Mêrdînê bangî hemû xuşk û birayên me yên li welêt û herêmê dikim. Heke hûn mereq dikin ku çima bêjin 'erê' vegerin mêze bikin ku kî dibêjin 'na'. Kî dibêje 'na', Îmralî. Kî, dibêje 'na' Qendîl. Kî dibêje 'na' Pensîlvanya. Kî dibêje 'na' DEAŞ. Wê çaxê em li ser îstiqameta rast in. Lazim dike meriv tiştekê din jî bêje? Çaxa kesên ku tu carê kêrî vî welatî nehatine û her tim pirsgirêk derxistine li dijî derkevin tê wê meneyê ku em li ser rêya rast in û gava me yê kêrî miletê me bê.

Heke ku îro salê 10 milyon turîst neyên Mêrdînê, welatiyên me yên li vir ji vê bereketa îstîfade mekin, sedema vê birayên me yên mêrdînî nînin, sedem rêxistina terorê ye, rêxistina terorê ya cihêxwaz e. Ne turîst ne jî sermayedaner tên ciyê lê teror hene."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın