Tirkiye

"Almanya terorîstan dihewîne"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Almanya terorîstan dihewîne û ji wan ra cih temîn dike û wiha pê da çû: "Almanya niha terorîstan dihewîne. Dema ez ji wan ra dibêjim nazîzîm şeytanqûnî kirin, ew dîn dibin."

11.04.2017 - Rojanekırın : 12.04.2017
"Almanya terorîstan dihewîne"

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Almanya terorîstan dihewîne û ji wan ra cih temîn dike û wiha pê da çû: "Almanya niha terorîstan dihewîne. Dema ez ji wan ra dibêjim nazîzîm şeytanqûnî kirin, ew dîn dibin."

Serokomar  Erdogan, di weşana hevpar a ATV û A Haberê da bersiva pirsên ciwanan da.

- Siyaset di heman demê da hunera lihevkirênê ye

Serokomar Erdogan qala siyasetê kir got: "Siyaset di heman demê da hunera lihevkirênê ye. (Li Rojava) Vê dikin. Lê belê li ba me çima nabe? Li ba me hûn dibêjin 'spî' ewna radibin dibêjin 'reş'. Eva spî ye li bar çavan hûn dibînin... Lê na. Kî vê dibêje? Ew giring e. 'Heger Erdogan ev tişt gotibe, tuyê tam berevajiya wê bêjî.' Siyaseta wiha nabe...

Li Rojavayê digihine lihevkirinekê. Lê li ba me mixabin em nagihanê. Lê didawiyê da hinekî bû, hawa mitabeqeta Serokwezîrê me û ya Cenabê Bahçelî, di encama xebata serkeftî ya hevalên erkpêspartî li ser wan 18 bendan lihevkirin çêbû. Dil dixwest CHP jî hebe lê nebû. Bi wan 18 bendan em nuha derketin pêşberî gel, lê li jember gel ev tişt tên gotin? Mixabin na. Ez dinerim ew zatê li ser serê mixalefetê ew her 18 bend nexwendine, bawer bikin nizane. Çiqas tiştên şaş dibêje..."

- Kî bixwaze here kîjan nexweşxaneyê dikare herê

Serokomar Erdogan got ku berê nexweşan li ser xizangên ku seyan ew dikişandin dianîn û wiha dewam kir: "Kî bixwaze here kîjan nexweşxaneyê dikare. Di mijara dermanan da pirsgirêka kesekêi tune ye, ji kîjan dermanxaneyê bixwaze dikare dermanên xwe bistîne. Em nuha pêşvetir çûn. Herî dawî em bi cenabê Serokwezîr ra axivîn. Behsa dermanên şêrpenceyê bû. Me got di warê kirîna dermanên îdxal da bi raya min em ji welatiyan ra alîkar bin, em weke dewlet, berdêla wan jî bidin. Halêhazir di warê tendirustiyê da em gihîştine vê xalê.

Berê nexweşan li ser xizangên ku seyan ew dikişandin dianîn. Niha em bi ambulansên bipalet hildiperikin serê çiyan, di berf û baranê de, niha ambulansên me yên helîkopter, ambulansên me yên jet hene. Em wisa bi hêsanî negihîştin evan rojan. Evana hedefên ku welatên modern gihîştinê ne, hemd ji Xwedê re. Niha Tirkiye gihîştiye vê hedefê. Ji xwe ya ku dibe sedema dexesiya rojavayê bila qisûra menêrin lê ev pêşketin e."



- Li axa gêwir ez nikarim wekî hêsîran bijîm

Serokomar Erdogan qala şeva hewla derbeyê kir:"(Şeva 15ê Tîrmehê) Hevalê min ê xwediyê otêlê got 'Yaxteke me ya bilez heye, em karin we ji vê derê bibin giravên nêz.' Min got Serkan li min binêre: 'Li vir li ser axa xwe mirov bimire çêtir e, ez nikarim herim li ser axa welatê gawir wekî hêsîran bijîm.

 Heval hatin cem me, gotin: derdora (seat) 11 û nîvan Kiliçdaroglu ji VÎPê hat û çû derekê, ew jî nizanibûn çû li ku derê. tabî em paşê hînbûn. Lê binêrin niha dîmenên balkêştir derketin meydanê. Meger hatiye pêşiya tangan li wê derê bi derbekeran re axiviye, li wê derê diaxifin, ma we li ser çi xeberda, we qala çi kir? 12 deqîqe axaftina bi têlefonê heye, hûn li ser çi axivîn? Ma ne te hevpeyvînek bi rojnameya FETOyê ra kiribû. Şeva din te di kanaleke radyoyê de hevdîtinek kir, te got 'Hevdîtinên min jî bi wî re hene, ji min re jî heman tişt gotin.' got 'Heke derbe çêbe berî hemûyan ezê derbikevim ser tankan. Wisa be tu çima reviyayî çûyî? Ma tu bihatayî wir, li wê derê bi hezaran însan hebûn. Tu jî biketayî nav wan. Here, bireve. Min berê jî gotibû derewên eviya pir in, ev dişibe makîneya derewan. Aliyekî wî yê wiha heye, eha hemû tişt li meydanê ye."

- Milet ji te hez nake, te napejirîne hew

 Erdogan derheqê Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu de wiha xeberda: "Hûn lê dinêrin, dibêje ez ê li pêşiya tangan bisekinim, ya ku kir jî eva li meydanê ye...7 caran hilbijartin winda kirine. Niha çi dibêje? Dibêje 'heke ez ji sedî 40î negirim ezê vekişim'. Ji xwe ne ji sedî 40î negihiştiye ji sedî 30î ku wisa dibêje... Tim ji sedî 25, 26 û di evan rêjeyan da ma. Qet derneket ser. Çima? Milet ji te hez nake, te napejirîne hew."

- Li Tirkiyeyê mijara rejimê di sala 1923yan de qediya ye

Serokomar Erdogan: "Tu pirsgirêka me bi rejimê re nîne. Li Tirkiyeyê mijara rejimê di sala 1923yan de qediya ye. Êdî mijarek wekî rejimê tune ye. Mijara niha; Sîstemeke rêveberiyê ya nû ye. gavên ku tên avêtin li ser vê ne. Tu carî, qet rejim nehatiye rojevê. Ma di rêveberiya me ya 14 salan de qet mijara rejimê hat rojevê? Mixabin deng naçe evana; ji ber xwe va dibêjin.

Siyaset di heman demê da hunera lihevkirênê ye. (Li Rojava) Vê dikin. Lê belê li ba me çima nabe? Li ba me hûn dibêjin 'spî' ewna radibin dibêjin 'reş'. Eva spî ye li bar çavan hûn dibînin... Lê na. Kî vê dibêje? Ew giring e. 'Heger Erdogan ev tişt gotibe, tuyê tam berevajiya wê bêjî.' Siyaseta wiha nabe..."

- Eha niha ewê şeva yekşemiyê 'erê' ji sindoqan derbikeve

Serokomar Erdogan got, "Eha niha ewê şeva yekşemiyê 'erê' ji sindoqan derbikeve. Ez bi vê bawer im. Bi vê erê ya wê sermayeya kurewî ya tê Tirkiyeyê zêdetir bibe. Di vê mijarê de qet gumanê nakim."

Erdogan wiha pê da çû: "Jibilî Komara Tirkiyeyê dewlet, welatê me tune ye. Hin kesan hewes kir, eha FETO... Şimaq li bin guhê wan ket ne wisa? Belê? Niha dibe ku hê xewnên wan hebin, çiqas hebin wê me li hemberî xwe bibînin û miletê me li hemberî xwe bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın