Tirkiye, Polîtîka

Alî Bulaç hat girtin

Di çarçoveya lêpirsîna der heqê birêvebir û nivîskarên rojnameya Zamanê ya berê de Alî Bulaçê ku der heqê wî de biryara binçavkirinê hatibû derxistin, hat girtin.

EO  | 27.07.2016 - Rojanekırın : 28.07.2016
Alî Bulaç hat girtin

Istanbul

ÎSTANBUL

Nivîskar Alî Bûlaçê ku di çarçoveya lêpirsîna der heqê xebatkarên rojnameya Zamanê ya berê ya ku der heqê teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de lê digeriyan, hat binçavkirin.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Bûlaçê ku di çarçoveya lêpirsîna ku der heqê teşebûsa derbeyê ya mensûbên FETOyê da tê kirin de der heqê wî de biryara binçavkirinê hatibû dayîn li Stenbolê hat girtin.

Bûlaç li Midûriya Şûbeya Dijeterorê binçavkirî ye û dan zanîn ku piştî miameleyan dê wî sewqî dadgehê bikin.

Di çarçoveya lêpirsîna teşebûsa derbeyê de der heqê 47 kesên ku birêvebir û nivîskarên rojnameya Zamanê ya berê hebûn de biryara binçavkirinê hatibû dayîn, ji gumanbaran Zafer Ozsoy, Ahmet Metîn Sekîzkardeş, Cuma Kaya, Murat Avcioglu, Osman Nurî Arslan, Şeref Yilmaz, Huseyîn Turan, Faruk Akkan, Nuriye Ural, Şahîn Alpay hatibûn binçavkirin, Zekî Onal jî ji ber ku kal û nexweş e nekarîbûn wî binçav bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.