Tirkiye

"Bi aqilê deyn va em nikarin bigihêjin ciyekî dibê êdî em vê qebûl bikin"

"Em nikarin di vê mijarê da jî wek mijarên din pişta xwe bi însiyatîf û kesên din girê bidin. Bi aqilê deyn, têgehên deyn û xebatên siparîş va em nikarin bigihêjin ciyekî, dibê êdî em vê qebûl bikin."

25.02.2017 - Rojanekırın : 26.02.2017
"Bi aqilê deyn va em nikarin bigihêjin ciyekî dibê êdî em vê qebûl bikin"

Ankara

ÎSTANBUL

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirina fermî ya 4emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya CNRê da axivî. Fûar li CNR EXPO Yeşîlkoyê hat lidarxistin û Ajansa Anadoluyê şirîkê ragihandina wê ya global e.

Serokomar Erdogan diyar kir, wan hin xebat jî kirin lê xwendina pirtûkan hê di asteke nebaş de ye û wiha dewam kir:

"Ez vê bi dilekî keser îfade dikim ku me hin xebat jî kirin lê xwendina pirtûkan hê di asteke nebaş de ye. Însanê me rojekê di navbera 3 û 5 saetan de televîzyonê temaşe dike, wextê xwe yê din jî dide înternetê lê bo xwendinê salane 10 saetan cuda dike, ev bi kirî me nayê. Hedefeke me ya ji bo sala 2023yan heye ku em bikevin nav 10 dewletên ku aboriya wan ya herî mezin e. Lazim e em jî li gor wê bixwînin."

Erdogan got, "Wexta ku em dîroka xwe bi xwe nenivîsin, camîeya me ya edebiyatê wexta ku di berhemên xwe da qala van mijaran nekin, mixabin em dibin hêsîrê yên din." û wiha dewam kir:

"Vî welatî bi dehan salan hewl da ku lekeyên propagandayên reşkirinê yên fîlmên wek 'Ekspresa Nîvê Şevê' paqij bike. Hûn emîn bibin ku ev têkoşîn bi şêwazên din va îro jî dewam dike. Ez emîn im hûn jî baş dizanin ka bê saziyên medyaya navneteweyî hadîseyên ku di van salên dawîn da rû dan, çawa cotestandart didin nîşan. Di paşxaneya weşanên ku terorîstan wek qehreman didin nîşan, mexdûrên rastîn tune dihesibînin, welat û dewleta me dixin bin tohmetê da planeke niyetxerab heye. Li dijî welatê me ji mînakên herî baş ên vê helwestê yek jî hewla derbê ya 15ê tîrmehê ye."

Serokomar Erdogan wiha dewam kir:

"(15ê Tîrmehê) Tiştên ku wê şewê qewimîn dibê di çalakî, wêje û hûneran da bên nexşandin, ev tiştekê girîng e. Xweyîlêderketina vê mîratê deynê histûyê me hemûyan e. Em nikarin di vê mijarê da jî wek mijarên din pişta xwe bi însiyatîf û kesên din girê bidin. Bi aqilê deyn, têgehên deyn û xebatên siparîş va em nikarin bigihêjin ciyekî, dibê êdî em vê qebûl bikin."

Serokomar Erdogan got, "Bi motorên lêgerînê, agahiyên înternetê, aforîzmayên 140 herfî va meriv nikare bibe xwedîagahî, nikare bibe alim. Bi vî awayî meriv tenê dibe melûmatfiroş, rewşenbîrekî nîvporsiyon, wek mayîn tiştek dernakeve holê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.