Tirkiye

Bo sînorê Sûriyeyê sewqiyata eskerî

Ji Fermandariya Taxbûra Tevgera Taybet a Komandoyên Cendirme li Adiyemanê bo yekîneyên ser sînorê Sûriyeyê wesayîtên eskerî û zirxpoş hatin şandin

Önder Beyter  | 20.02.2018 - Rojanekırın : 21.02.2018
Bo sînorê Sûriyeyê sewqiyata eskerî

Adıyaman

ADIYAMAN

Ji Fermandariya Taxbûra Tevgera Taybet a Komandoyên Cendirme li Adiyemanê bo yekîneyên ser sînorê Sûriyeyê wesayîtên eskerî û zirxpoş hatin şandin.

Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê da ji Fermandariya Taxbûra Tevgera Taybet a Komandoyên Cendirme otobus û wesayîtên zirxpoş ku wê biçin Efrînê, ber bi Kilîsê hatin oxirkirin.

Di dema sewqiyata eskerî da bi hezaran welatî jî ligel wesayîtên xwe konvoyek li dar xistin. Li ser guzergeha wesayîtan, welatiyan durişma "Şehîd namirin welat nayê perçekirin" berz kirin.

Welatî Nîzamettîn Fîdanci di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku wan ji bo eskerên ku diçin Efrînê qurban serjê kir û wiha xeberda, "Em li mala xwe bi rihetî di nava nivînên xwe da radizên. Em ji bo vê jî deyndarê eskerên xwe ne. Ji Xwedê daxwaza me ew e ku eskerê me sax silamet biçe Efrînê. Ez wisa bawer dikim ku eskerê me wê koka terorîstan biqelîne."

- Welatiyan qurban serjê kir

Komeke welatiyên ku ji bo oxirkirina eskeran hatin, di hundirê Fermandariya Taxbûra Tevgera Taybet a Komandoyên Cendirme du qurban serjê kirin.

Endamên Yekîtiya Mozvanên Adiyemanê jî tonek hingiv ji bo eskerên li Efrînê şand.

Serokê Yekîtiya Mozvanan Mehmet Ozturk jî got ku seba diyar bibe bê ka ew pişta kê dikin, wan ji eskeran ra hingiv şand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın