Tirkiye

Bozdag: "Barzanî bi agir dilîze"

Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "Ev rêyeke bi talûke ye, karekî rast nîne. Barzanî bi agir dilîze. Ev agir wê pêşiyê Barzanî bişewitîne, paşê jî yên din. Rêya rast ew e ku ji vê yekê vegere, teslîmî aqlê selîm bibe, referandumê betal bike."

20.09.2017 - Rojanekırın : 21.09.2017
Bozdag: "Barzanî bi agir dilîze"

Ankara

ANKARA  

Bekir Bozdagê Alîkarê Serokwezîr di Komxebata Çand, Tûrîzm û Demokrasiyê ya Navneteweyî da ku bi destê Komeleya Weşangerên Anadoluyê li Muzeya Girtîgeha Ulucanlarê hat lidarxistin da axivî.

Bozdag der barê referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Iraqê da wiha got: "Ev rêyeke bi talûke ye, karekî rast nîne. Barzanî bi agir dilîze. Ev agir wê pêşiyê Barzanî bişewitîne, paşê jî yên din. Rêya rast ew e ku ji vê yekê vegere, teslîmî aqlê selîm bibe, referandumê betal bike."

Bekir Bozdag destnîşan kir li bakurê Iraqê tenê kurd najîn tirkmen, ereb û ji netewe û baweriyên cuda gelek însan dijîn û wiha got: "Hemû kurd ji vê biryara referandumê ra nabêjin 'erê.' Nîvê parlementeran tevlî dengdayîna di parlementoya herêmê hat kirin nebûn. Hin kesên beşdar bûn jî gotin 'na'."

Bozdag diyar kir gelek siyasetmedarên li ser navê kurdan siyasetê dikin li dijî referandumê derdikevin û wiha got: "Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û Neteweyên Yekbûyî li hember derdikevin. Her kes li hember e û aqilane nîne meriv karekî her kes li hember e bike."

Bekir Bozdag destnîşan kir her geşedanên li Iraqê rasterast bi ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ra eleqedar in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.