Tirkiye

"Bêşik û guman di hewla derbeyê da tiliya FETOyê heye"

Jack Strawê Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê yê berê der barê hewla derbayê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da got, "Bêşik û guman eşkere ye ku tiliya tev e."

25.03.2017 - Rojanekırın : 26.03.2017
"Bêşik û guman di hewla derbeyê da tiliya FETOyê heye"

Antalya

ANTALYA  

Jack Strawê Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê yê berê der barê hewla derbayê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da got, "Bêşik û guman eşkere ye ku tiliya tev e."

Strawê Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê yê berê yê ku hevseroktiya Foruma Zimanê Şirîn a Tirk-Îngilîzan a ku li Antalyayê tê kirin dike pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.

Straw bi bîr xist ku 6 sal berê Foruma Zimanê Şirîn bi destê hikûmetên Tirkiye û Îngilteyerê va hat ava kirin ku di pêşerojê da hevkariya fikr û ramanan zêde be.

Straw got ku di nav van salan da forum pêş ket, der barê biryara Brexitê ya Îngiltereyê da got, "Ji ber ku em ê ji Yekîtiya Ewropayê derkevin girîngî hat ser têkiliyên me. Tirkiye jî van welatan welatek e û girîng e. Dîplomasiya dualî êdî ji berê zêdetir girîng e."

Straw got Îngiltere ji Yekîtiya Ewropayê biqete jî ji Ewropayê naqete û wiha axivî: "Em jî wek Tirkiyeyê parçeyekî Ewropayê ne. Dîroka me bi Ewropayê ra girêdayî ye. Lêbelê em dixwazin êdî bi Ewropayê ra têkiliyeke cuda daynin."

- Bêşik û guman di hewla derbeyê da tiliya FETOyê heye"

Straw got ku Foruma Zimanê Şirîn ji pêşxistina dostiya herdu welatan platformek e wiha pê da çû:

"Ji bo min mijareke sedema fikaran e. Li Qiraltiya Yekbûyî jî hewla derbeyê ya ku di Tîrmehê da li Tirkiyeyê qewimî tam nayê fehmkirin. Ku bi gotinan bimîne, çend leşkeran serî hildaye û çend meriv mirine. Lêbelê ev tu carê rast nîne. Hinek mabû hikûmeteke hilbijartî ya li Ewropayê ji text bihata daxistin."

Straw got hêviya wî ew e ku Foruma Zimanê Şirîn li Îngiltereyê qala belaya ku ji serê Tirkiyeyê ra derbas bû bike.

Jack Straw got: "Ez kêfxweş im ku Komîsyona Têkîliyên Derva ya Meclisa Qanûndanînê ya Nûnerên Gel (House of Commons) tê derxist Organîzasyona Fetullah Gulen di hewla derbeyê da cih girt. Lewra hemû agahiyên ez xwedî me jî wiha ne. Bêguman eşkere ye ku tevlîbûna wan jî heye. Min bi gelek kesan ra xeberda û wan got ku du rûyê rêxistina Fetullah Gulen hene. Gelek kesan du rûyê wan dît lê rûyekî wan ê pir xerab jî heye. Gelek kesan wan rûyê dibistan vekirin xebatên wan ên di qada perwerdehiyê da dan dîtin. Ev alî mirova dikişand alî xwe. Lê ji rûyê xuya dike cihê jî rûyêkî wê yê din jî ji bo hilweşandina bingehên demokrasiyê heye. Rêxistin ji ber ku ji hêla Fetullah Gulen va tê birêvebirin herî zêde ji bo Tirkiye û herêmên zimanê tirkî lê tê axaftin talûke ye."

Komîsyona Têkîliyên Derva ya Meclisa Qanûndanînê ya Nûnerên Gel (House of Commons) a şaxa bin Parlementoya Îngiltereyê der barê Tirkiyeyê da raporek weşandibû û qala potansiyela têkîliyên navbera Tirkiye û Îngiltereyê kiribû.

Di rapora bi sernava "Tundî yan başbûn? Ji bo Tirkiyeyê wextê biryarê - Parlementer piştgiriyê didin rola îngilîz a erênî" da wek şirîkekî navneteweyî li ser girîngiya Tirkiyeyê sekinîn.

Rapor ji 79 rûpelan pêk tê û bi taybetî jî bal dikşîne ser têkilî û hevkariyên qada ewlehî, pîşeyê parastinê û bazirganiyê ya di navbera Îngiltere û Tirkiyeyê da.

- Hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê

Hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ku FETO xwest bike jî di raporê da cih girt û ji bo 15ê Tîrmehê hat gotin ku demokrasiya welêt hedef hat girtin û piştgiriya ku Îngiltereyê di vê meseleyê da, da Tirkiyeyê di cih da bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın