Tirkiye

"Çi lazim dike em ê bikin"

Serokwezîr Yildirim got, "Li başûrê welatê me li ser sînorê me yê Sûriye û Iraqê tê xwestin ku xeteke şer bê avakirin. Em wan kesên vê projeyê çêdikin zanin. Lê bila gelê me rihet be.

Ekip  | 14.10.2017 - Rojanekırın : 15.10.2017
"Çi lazim dike em ê bikin"

Istanbul

YALOVA 

Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Li başûrê welatê me li ser sînorê me yê Sûriye û Iraqê tê xwestin ku xeteke şer bê avakirin. Em wan kesên vê projeyê çêdikin zanin. Lê bila gelê me rihet be. Ew kesên dixwazin biratiya me, bihevratiya me û yekîtiya me serobin bikin bila vê baş bizanibin ku vî gelê hanê li wir ji bo avakirina dewleteke terorê wê tu carî destûrê nede."

Yildirim di Kongeraya Navçeya Navendî ya 6an ya Yalovayê ya AK Partiyê da axivî û diyar kir ku di 14ê tebaxa 2001î da bi eşq derketin rê û 16 sal derbas kirin. Yildirim got ku bi AK Partiyê ra Tirkiye bû Tirkiyeke cuda.

- "Defik danîn pêşiya partiyê"

Yildirim destnîşan kir ku yekîtî, bihevrabûn û biratiya li welêt hêzdar bû û got, "Me sê Tirkiye li ser Tirkiyekê zêde kirin. Hemû rêyên Tirkiyeyê vebûn û fireh bûn. Çaxa me ev çêdikirin hin kes jî aciz dibûn. Ji roja ewil pê va qet nesekinîn. Li dijî AK Partiyê qumpas çêkirin, defik danîn pêşiya partiyê. Hûn van gişkan dizanin. Şikur ji Xwedê ra ew bi ser neketin, bi piştgiriya ku gel da AK Partiyê va em ji heqê wan derketin."

Serokwezîr Yildirim der barê xebatên 16 salan ên AK Partiyê da wiha axivî: "Em li dijî hêzên wesayetê û dek û dolaban li ser lingan man. Heta dawiyê me heq û hiqûqa gel parast. 16 sal in kadroyên pak bi şev û bi roj ji bona xizmeta gel xebitîn û dixebitin. Înşeallah em ê gelek destanan bi hev ra binivîsînin bi van kadroyan."

- "Çi lazim dike em ê bikin"

Yildirim bal kişand ser lîstikên ku li dijî Tirkiyeyê tên lîstin û pîlanan û wiha got: "Êrîşên li ser îtibar û mafên desthilatdariyê yên welatê me ji kîjan alî tên bira bên ew ê bersiva xwe bistînin. Me hetanî niha çi got, 'Em ê serkêş nebin lê serê xwe jî xwar nekin.' Ji bo parastina anor û îtibara welatê xwe çi lazim dike em ê bikin."

Serokwezîr Yildirim derbarê dozên FETOyê yên li ser derbeya bêbext da jî got, "Nika kesên li pişt wê derbeyê yekoyeko hesab didin. Pêşiyê raserî daraza Tirkiyeyê ketin, şano lîstin lêbelê çi dikin bira bikin niha biryar yekoyeko tên dayîn. Cezayên hepsa hetahetayî, hepsên hetahetayî yên giran, yekoyeko tên dayîn. Hemû endamên rêxistina bêbext a li pişt vê derbeyê ew ê yekoyeko hesab bidin û hemû faîlê derkevin holê. Xuna şehîdên me ew ê li erdê nemîne."

Yildirim li ser axaftina Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPê wiha axivî:

"Kemal beg axaftinekê dike û dibêje 'Çûna Îdlibê rast e, ji ber vê yekê me ji tezkereyê re got 'erê' û em arîkar bûn.' Di axaftina xwe de ya ku pêşiyê dibêje, di dûmahiyê de ji bîr dike. Dibêje 'Eger li Îdlibê eskerekê me şehîd bikeve berpirsyarê vê Erdogan e." Şerm e birayê min. Tu yê ji tezkereyê re bibêji 'erê', tu yê arîkariyê bidî çûna Îdlibê lê paşê jî rabî û li ser esker û şehîdan siyasetê bikî. Milet ji van bawer nake, divê hûn rast bin. Tirkiye mixabin hesreta mixalefeteke ku xwedîproje û paşerojê dibîne ye. Ji ber vê AK Partî di her hilbijartinê de bi xwe bû reqîbê xwe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın