Tirkiye

"Dayikên Şemiyê" ji bo hefteya 600î hatin bal hev

"Dayikên Şemiyê" yên ku xizmên xwe wenda kirine û ji 27ê Gulana 1995an vir va çalakiya rûniştinê dikin, li Kolana Îstiklalê di hefteya 600an da hatin bal hev.

24.09.2016 - Rojanekırın : 25.09.2016
"Dayikên Şemiyê" ji bo hefteya 600î hatin bal hev

Istanbul

ÎSTANBUL

"Dayikên Şemiyê" yên ku xizmên xwe wenda kirine û ji 27ê Gulana 1995an vir va çalakiya rûniştinê dikin, li Kolana Îstiklalê di hefteya 600î da hatin bal hev.

Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn li Meydana Galatasarayê wêneyên xizmên xwe yên ku dema hatine binçavkirin û êdî hay ji wan tuneye û wenda bûne, çalakiya rûniştinê kirin.

Serpîl Taşkayaya ku li ser navê komê xeberda, destnîşan kir ku di hefteya 600î da ji bo li heq û edaletê bipirsin hatine bal hev.

Taşkayayê diyar kir ku daxwazên wan her dem eşkere ye û wiha got: "Em dixwazin aqûbeta xizmên xwe yên ku hatine binçavkirin û hay ji wan tuneye hîn bibin. Wek mayîn em dixwazin yên ku bûne sedem bên darizandin û cezakirin. Ev 600 hefte ye em ji bo vê têkoşînê didin."

Parlementera HDPyê ya Stenbolê û Cîgirseroka Meclisê Pervîn Buldan û Parlementerê CHPyê Sezgîn Tanrikulu jî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Kom piştî daxuyaniyê belav bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın