Tirkiye

Di bin kelekela germa havînê da nandirûn

Cotkarên Mûşê di bin kelekela germa havînê da nan didrûn

24.07.2017 - Rojanekırın : 27.07.2017
Di bin kelekela germa havînê da nandirûn

Muş

MUŞ

 Li Mûşê cotkar di bin kelekela germa havînê da nan didrûn.

Dereîçiya gundê navçeya Korkutê nêzî 45 kîlomêtreyan dûrî navçeyê ye. Abdulkerîm Sonmezê ku li vî gundî dijî got ku ew di kelekela germa tîrmehê da bi heval û cînarê xwe va di nav zeviyan da dixebitin.

Sonmez diyar kir, ji ber ku gundê wan li ser çol û beyaran hatiye avakirin, makîneya dirûnê û traktor nikarin tîran da bixebitin û wiha dewam kir: "Em jî bi tirpana ku bav û kalên me bi salan e dikşînin va tîr didrûn. Em serê sibê tên serê zeviyê û heta êvarê dixebitin. Em nîv saetî carekî bêhna xwe didin."

Ji cotkaran Sezaî Sonmez jî got ku ew di kelekela germê da tîr didrûn.

Sonmez destnîşan kir ku li herêmê dema nandirûnê ye û wiha dewam kir: "Ji ber ku hewa pir germ e, ew diwestin û zehmetiyê dikşînin. Roj dirêj in û hewa pir germ e. Em şefeqa sibê tên û heta rojava genim didrûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın