Di hewzên li zeviyan da masiyên çîpûra û lewrek xwedî dikin
Li Mîlasa navçeya Muglayê gundiyan li ser zeviyên nedihatin ajotin hewzên ji xweliyê çêkirin û di hewzan da salane 9 hezar ton masiyên çîpûra û lewrek xwedî dikin.
Muğla
MUGLA
Li Mîlasa navçeya Muglayê gundiyan li ser zeviyên beyar û nedihatin ajotin hewzên ji xweliyê çêkirin û di hewzan da salane 9 hezar ton masiyên çîpûra û lewrek xwedî dikin.
Gundiyên li gundên Ekînambari, Avşar, Yaşyer, Savran û Îçmeya Mîlasê dijîn li ser zeviyên pembû hewz çêkirin û tê da masiyên çîpûra û lewrek xwedî dikin.
Eşref Arslanê Midûrê Çandê yê Mîlasê destnîşan kir salane 65 hezar ton masî digirin û wiha got: "Qederê 15 hezar kes ji sektora masiyan debara xwe dike. Ji sedî 65ê masiyên çîpûra û lewrekan ji Mîlasê derdikeve. Em salane 56 hezar ton ji behrê û 9 hezar ton jî ji hewzan masî derdixin."
Arslan diyar kir di demên dawîn da li ser zeviyên nayên ajotin hewzan çêdikin û got em di van hewzên ji xweliyê da masiyan xwedî dikin.
Ahmet Vuralê di hewzan da masiyan xwedî dike diyar kir berê pembû diajotin û wiha got di salên dawîn da pembû pere nake û me jî dest bi xwedîkirina masiyên di hewzan da kir.
Vural diyar kir bi taybetî li 7 gundên Mîlasê masiyên hewzan tên xwedîkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.