Tirkiye

"Di tu merhaleyê de kelepçe li destê Ahmet Turk nexistine"

Walîtiya Elezîzê da zanîn ku dema ku Şaredarê berê yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Turk ji girtîgehê birin nexweşxaneyê û piştî miameleyên wir vegera girtîgehê de tu merhaleyê de kelepçe li destê wî nexistine.

26.01.2017 - Rojanekırın : 27.01.2017
"Di tu merhaleyê de kelepçe li destê Ahmet Turk nexistine"

Elazig

ELAZIG

Walîtiya Elezîzê da zanîn ku dema ku Şaredarê berê yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de girtî ye ji girtîgehê birin nexweşxaneyê û piştî miameleyên wir vegera girtîgehê de tu merhaleyê de kelepçe li destê wî nexistine.

Di daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn de hat diyarkirin ku di hin şaxên çapemeniyê de nûçeyên wekî dema ku Turkê ku di çarçoveya lêpirsîna edlî ya ku der heqê wî de tê kirin de hê jî li Elezîzê girtîgehê de ye duh ji bo miayeneyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Elezîzê kelepçe li destê wî xistine cî girtine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dema ku Ahmet Turk ji girtîgehê birin nexweşxaneyê heta ku vegeriyan girtîgehê di tu merhaleyê de kelepçe lê nexistine."

Turkê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de li Saziya Înfaz û Cezayê ya Girtî ya Tîpa Tyê girtî ye duh ji bo rapora tenduristiyê biribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê û ji wir jî ji bo ku bikeve heyetê biribûn avahiya Rizaiyeyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê. Ahmet Turk piştî tetkîkên tenduristiyê ketibû heyetê û pişt re ew şandibûn girtîgehê.

Şaredarê berê yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Turk di 17ê sermaweza 2016an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji peywir hatibû dûrxistin û di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve tê kirin de di 21ê sermaweza 2016an de hatibû binçavkirin û di 24ê sermawezê de hatibû girtin.

Ahmet Turkê ku li Saziya Înfaz û Cezayê ya Girtî ya Silivriyê girtî bû di 15ê kanûna paşîn de neqlê Saziya Înfaz û Cezayê ya Girtî ya Tîpa Tyê kiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın