Tirkiye

"Dibe ku em ji bo mizakereyên YEyê referandomekê bikin"

Serokkomar Erdogan: "Dibe ku piştra em ji bo mizakereyan referandomekê bikin û milletê me biryara çi bide wê ew be."

25.03.2017 - Rojanekırın : 26.03.2017
"Dibe ku em ji bo mizakereyên YEyê referandomekê bikin"

Ankara

ANTALYA

Serokkomar Recep Tayyip Erdogan di merasîma girtina Forûma Tatlidîlê da axivî.

Serokkomar Erdogan: "(Êrîşa terorê ya li Londrayê) Teror her û her mehkûmê têkçûnê ye. Ev êrîş wisa dikin ku em têkoşîna xwe ya dijî terorê xurttir bikin. Tirkiye di mijara têkoşîna dijî terorê da li tenişta Qraltiya Yekbûyî ye."

Serokkomar Erdogan: "(Êrîşa terorê ya li Londrayê) Ew çalakî nîşan dide ku ti sînor terorê tune ye, ti exlaq û binemayê nas nake. Hedefgirtina parlementoyê dişibe hewla derbeyê ya 15ê temûzê. Êm3e jî parlementoya me wê rojê hatibû bordûman kirin."

Serokkomar Erdogan: "Berî kêlîkekê di hevdîtineke teng çarçove da min tiştek got, 'We (Îngiltere) bi birexitê biryarek da, wate hûn dibêjin dibe ku piştî 16ê nîsanê tiştin cuda rû bidin. Îro hûn li parlementoya Swîsreyê dinerin, li hember .alakiyên terorê bê dengin, rêxistinê terorê li hember wan wêneyê min ku çek xistine serî bilind dikin. Mentiqeke wiha dibe? Ew welat Swîsre ye. Em jî mîna Brexitê 16ê n3isanê diçin referandomê. Dibe ku piştra em ji bo mizakereyan referandomekê bikin û milletê me biryara çi bide wê ew be."

Serokkomar Erdogan: "Em li dijî wê helwesta Ewropa ya li hember me, dive bizanin sînorekî sebrê jî heye. Ji çav derxistina têkiliyên 400 salî ji bo çar kursiyan ne cihê tehemmulê ye. Heqareta li welatê me, milletê me û dîplomatên me ne cihê qebûlê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın