Tirkiye

Doza Yasîn Boruhat taloqkirin

Doza Yasin Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguzê ku li Diyarbekirê di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an ên bi hinceta Kobanê de hatin kuştin ji ber ku parêzerên hin bersûcan beşdar nebûn, hat taloqkirin.

22.03.2017 - Rojanekırın : 22.03.2017
Doza Yasîn Boruhat taloqkirin

Ankara

ANKARA

Doza Yasin Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguzê ku li Diyarbekirê di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an ên bi hinceta Kobanê (Eyn el-Ereb) de hatin kuştin, dewam dike. Di dozê da 19 jê girtî, 41 bersûc tên darizandin. Ji ber ku parêzerên hin bersûcan mazeret ragihandin û beşdar nebûn, danişîna dozê hat taloqkirin.

Doz ji ber sedema ewlehiyê ji Diyarbekirê neqlî 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bû û danişîna 14emîn hat kirin. Bersûcên girtî, malbatên gilîdar û parêzerên alîgiran beşdar bûn.

Serokê Dadgehê Husamettîn Otçu bi bîr xist, di danişîna çûyî da behsa îhtimala biryardayînê hat kirin û ji aliyan ra hat gotin ku amade bibin, lê digel vê parêzerê zarokekî û parêzerê sê bersûcên girtî mazeret ragihandin û beşdarî danişînê nebûn.

Serok Otçu diyar kir, divê mudafiyên zarok û bersûcên girtî di celseya dawîn da werin, heke na biryar wê ji aliyê usûlê ve xerab bibe, ew ji bo mecbûriyeta zagonî mazeretan qebûl dikin.

Otçu diyar kir, wî celse taloqî 3 nîsanê roja duşemê kir û biryar dê di wê celseyê da were dayîn. Heke di celseyeke din da jî mazeret werin ragihandin û belgeya rayeyê jî tunebe, ew ê ji bo tecelliya edaletê dosyeya wan cuda bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın