Tirkiye

Erbaş Cuneydiyê sembola berxwedanê qebûl kir

Serokê Karûbarê Diyanetê Erbaş, Cuneydiyê ku li Filistînê di bûyerên xwepêşandanên dijî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ku Quds weke "Paytextê Îsraîlê" nas kiribû, de bû sembola berxwedanê qebûl kir.

Ahmet Aydın  | 19.01.2018 - Rojanekırın : 19.01.2018
Erbaş Cuneydiyê sembola berxwedanê qebûl kir

Ankara

ANKARA

Serokê Karûbarê Diyanetê Prof. Dr. Ali Erbaş, Fewzî el Cuneydiyê ku li Filistînê di bûyerên xwepêşandanên dijî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ku Quds weke "Paytextê Îsraîlê" nas kiribû, de bû sembola berxwedanê qebûl kir.

Di qebûla ku li meqamê Erbaş birêve çû de bavê Cuneydî Muhemmed el Cuneydî jî amade bû.

Erbaş anî ziman ku Fewzî el Cuneydî bûye yek ji sembolên doza Filistînê û got, "Çiqa hejmara ciwanên weke Cuneydî zêde bibe, wê Quds û Mescida Eqsayê zûtir bigihîje azadiyê."

Serokê Diyanetê destnîşan kir ku Quds bajareke ku wehyê ew pîroz kiriye û wiha got, "Di dilê me de Quds paytextê hemîşeyî yê Filistînê ye. Ji xwe em ji ezelê ve, vê wisa qebûl dikin û înşaallah wê wisa bidome."

Erbaş bibîranî ku Quds bi fetha Îmam Umerê kurê Xetab gihîştiye azadiyê û tekezî li wê yekê kir ku heta ebed azadiya Quds û Mescida Eqsaya mîrata pêxemberan wê berdewam be."

Erbaş piştî ku ji bo serdana wan spasî li Cuneydî û bavê wî kir, wan dawetî bernameya "Qudsa ku Wehyê Ew Pîroz kiriye" ya ku biryar e Serokayetiya Karûbarê Diyanetê 29-30ê kanûna pêşîn li dar bixe, kir.

- "Sultanê me ji bo doza Filistînê gelekî giring e"

Cuneydî ji bo qebûlê spasiyên xwe arasteyî Erbaş kirin û wiha axivî: "Ez li Tirkiyeyê me. Digel birayên xwe yên li Tirkiyeyê me. Ez gelekî kêfxweş im, li cihekî asûde û ewledar im. Ez bi we şanazim."

Cumeydî kêfxweşiya xwe ji piştgiriya Serokomar Recep Tayyip Erdogan ya ji bo meseleya Filistînê anî ziman û anî ziman ku dueyan ji gelê Tirkiyeyê te dikin.

Cuneydî bibîr xist ku dema hatiye Tirkiyeyê serdana gora Sultan Evdilhemîdê Duyemîn kiriye û wiha pê de çû:

"Çimkî ev Sultanê me ji bo me gelekî giring e, gelekî watadar e. Ya rastî ji bo doza Filistînê û meseleya Filistînê navekî muhîm e. Em gelekî jê hes dikin. Rehma Xwedê lê be, cihê wî bihuşt be. Duhê Siltan Evdilhemîd li doza Filistînê, li axa Filistînê xwedî derket. Îro jî Cenabê Recep Tayyip Erdogan vê qehremanî û wêrekiyê nîşan dide. Doza me, rewşa me ya em tê de, ew zordestiya ku leşkerên dagîrker ên Îsraîlê li me dike, vediguhezîne cîhanê. Dengê me bi bilindî radigihîne."

Serokê Karûbarê Diyanetê Erbaş piştî axaftinan, nusxeya Qurana Kerîm û ala diyariyî Fewzî el Cuneydî û bavê wî Muhemed el Cuneydî kir.

Di serdanê de alîkarên Serokê Karûbarê Diyanetê Osman Tiraşçî, Yrd. Doç. Dr. Selîm Argun û Prof. Dr. Huriye Martî herwiha Şaredarê Esenlerê Mehmet Tevfik Goksu jî amade bûn.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın