Tirkiye

"Ew mekyaja li ser rûyê Ewropayê diwerive"

Serokomar Erdogan: "Ew deriyên ku li Ewropayê ji wezîrên tirk ra hatin girtin ji bo terorîstan heta dawiyê hatin vekirin û got, "Çi dikin bila bikin, mekyaja li ser rûyê Ewropayê diwerive."

13.04.2017 - Rojanekırın : 13.04.2017
"Ew mekyaja li ser rûyê Ewropayê diwerive"

Ankara

GÎRESÛN

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got "Em nebawer in ku yek rabe gavên ku rêxistinên terorê û hêzên piştgirê wê kêfxweş bikin biavêje û bibe sedema xemgîniya xazî, xizmên şehîd û hezkiriyên welatiyan. Ne bawer im yek rabe berpirsiyariya vê hilde ser milên xwe."

Serokomar Erdogan li bernameya "Hevdîtina Gîresûnê" diaxive. 

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew deriyên ku li Ewropayê ji wezîrên tirk ra hatin girtin ji bo terorîstan heta dawiyê hatin vekirin û got, "Çi dikin bila bikin, mekyaja li ser rûyê Ewropayê diwerive. Ew rûyê wanê faşîst, dije biyanî, dije îslam derdikeve holê. Îdî dijayetiya xwe ji îslamê ra eşkere dikin. Tehemula wan ji misilmanan ra tune. Çi bikin vala ye, 5 milyon birayên me yên ku ji Tirkiyeyê çûne û li wêderê bi cih bûne wê siberoja Ewropayê darêjin." 

- "Reforma herî mezin wê di nav partiya muxalefetê ya sereke de bibe" 

Serokomar Erdogan diyar kir ku wê di pergala nû de serdema li ser kursiyan "rûniştina bikontrol" biqede û wiha got: "Di heft hilbijartinan de winda kir; lê hê jî li ser wî kursî rûniştiye. Wekî ku hûn jî zanin navê wî, serokê bi kasetê hat e. Bi kasetê hat, wê vê carê bi kaseteke ji wê cudatir here. Niha kaset tune ne, êdî wê bi CDyê here. Ji ber vê yekê bi serdema li pêşiya me de reforma herî mezin wê di nav partiya muxalefetê ya sereke de bibe." 

Serokomar Erdogan: "Em nebawer in ku yek rabe gavên ku rêxistinên terorê û hêzên piştgirê wê kêfxweş bikin biavêje û bibe sedema xemgîniya xazî, xizmên şehîd û hezkiriyên welatiyan. Ne bawer im yek rabe berpirsiyariya vê hilde ser milên xwe."

- "Ev guhertin bi taybetî bo nifşên nû pêwîst e"

Serokomar Erdogan: "Bo welatê me bigihê hedefên xwe yên sala 2023yan ev guherîn lazim in. Ev guhertin bi taybetî bo nifşên nû pêwîst e. Bo nifşên 2053 û 2071ê vîzyona xwe nîşan bidin, lazim e ev guherîn werin kirin, bi awayekî din nabe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın