Tirkiye

"Gotina me ji bo rêxistinên terorê ye, bila kes berevajî meke"

Serokwezîr Yildirim: "Gotina me ji bo rêxistinên terorê ye. Em ji sedî sed jê bawer in ku tu welatiyeke me yê welathez guh nade gotinên rêxistinên terorê û bi rê ya wan va naçe."

Sevim Hatun  | 20.02.2017 - Rojanekırın : 20.02.2017
"Gotina me ji bo rêxistinên terorê ye, bila kes berevajî meke"

Ankara

ANKARA

Serokwezîr Bînalî Yildirim, li Munîha bajarê Almanyayê bi nûnerên Saziyên Civakî yên Sivîl (SCS) re hat bal hev û di civînê de wiha axivî: "Gotina me ji bo rêxistinên terorê ye. Em ji sedî sed jê bawer in ku tu welatiyeke me yê welathez guh nade gotinên rêxistinên terorê, bi rê ya wan va naçe. Tercîha welatiyên me yên ku bi rêxistina terorê re tu eleqeya wan tune ye li ser ser û çavên me ye. Dixwaze kîjanî vebijê re bila vebijêre. Gotina me ji rêxistinên terorê re ye. Eşkere ye, bila kes ranebe berevajî meke.

Yildirim: "Ma li ciyekî ku şerta herî kêm ji sedî 50yî dengdayîna welatiyan hebe qet qal dîkdatoriyê tê kirin, ma tiştekî wiha heye? Di serdema yek partiyê de dengdayîna eşkere û tesnîfkirina veşartî hebû, herhal di hişê CHPyê de ew ma ye. Em wê naynin."

-Gotina me ji bo rêxistinên terorê ye

Serokwezîr Yildirim: "Gotina me ji bo rêxistinên terorê ye. Em ji sedî sed jê bawer in ku tu welatiyeke me yê welathez guh nade gotinên rêxistinên terorê, bi rê ya wan va naçe. Tercîha welatiyên me yên ku bi rêxistina terorê re tu eleqeya wan tune ye li ser ser û çavên me ye. Dixwaze kîjanî vebijê re bila vebijêre. Gotina me ji rêxistinên terorê re ye. Eşkere ye, bila kes ranebe berevajî meke. Helbet ew ê welatiyên me biryara herî baş bidin, kêfa rêxistinên terorê neynin. Em bi vê zanin, em bi welatê xwe bawer in, em ji welatiyên xwe bawer in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.