Tirkiye

Heta niha 1651 terorîst hatin berterefkirin

Hat ragihandin ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê vir va bi destê Artêşa Tirkiyeyê va heta niha 1651 terorîst hatin berterefkirin.

19.02.2018 - Rojanekırın : 20.02.2018
Heta niha 1651 terorîst hatin berterefkirin

İdlib

ÎDLIB

Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da gundên Efrînê Îkîdam, Şeltah û Marsewa û Girê 687emîn ji rêxistina terorî PYD/PKKê paqij kirin.

Li gorî ku peyamnêrên AAyê yên li herêmê radigihînin, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad li bakurê Efrînê li bajarokê Şeranê gundên Îkîdam, Şeltah û Marsewa, li bajarokê Rajo jî Girê 687emîn ji rêxistina terorî PYD/PKKê standin.

Artêşa Tirkiyeyê digel hêzên Artêşa Azad yên ku piştgiriyê didin operasyonê ji serê herekatê vir va li 5 bajarokên Efrînê yên di bin dagirkeriya PYD/PKKê da yek jê navenda bajarokekî 50 jê gund, 3 gomên gundan û 18 jê çiyayên stratejîk û gir bi tevahî 72 cî û war ji rêxistinê hatin xilaskirin. 

Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê gundên Efrînê Hantallî û Dîwanê ji terorê paqij kirin.

- Girê Nebî Hurî ji PYD/PKKa rêxistina terorî hat paqijkirin

Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da Girê Nebî Hurî ji PYD/PKKa rêxistina terorî paqij kirin.

Li gorî peyamnêrên AAyê yên li herêmê radigihînin, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad li bakurê Efrînê li bajarokê Şeranê Girê Nebî Hurî ji rêxistina terorî PYD/PKKê standin.

Li vî girê dîrokî keleya Nebî Hurî, pireyeke dîrokî û hin bermayiyên ji Romayê mane, hene.

Artêşa Tirkiyeyê digel hêzên Artêşa Azad yên ku piştgiriyê didin operasyonê ji serê herekatê vir va li 5 bajarokên Efrînê yên di bin dagirkeriya PYD/PKKê da yek jê navenda bajarokekî 50 jê gund, 3 gomên gundan û 19 jê çiyayên stratejîk û gir bi tevahî 73 cî û war ji rêxistinê hatin xilaskirin.

Cî û warên û noqteyên stratejîk ên ku ji rêxistinê hatin xilaskirin ev in: 

"Navenda bajarokê Bilbilê, gundên Durakli, Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oxlî, Heftar, Ursa, Bak Ubasî, Elî Kar, Şêxurzê û Omer Simo; Çiyayê Xurzê, Çiyayê Damirkê, Çiyayê Kurnî, Girê Hewzê û Girê Kurdo; 2 gomên gundê Şêxurzê; li bajarokê Rajo jî gundên Çiyayê Eyn Batmanê, Edamanlî, Elî Beqî, Bîlal Koy, Omer Uşaxî, Mamel Uşaxî, Silêman Xelîl, Satî Şaxî, Alkana, Kirmizi, Şerbanli, Şedya û Qude, Girê 687emîn, Girê 915emîn, Girê 740emîn, Girê 1027emîn; li bajarokê Şêx Hedîd jî Gundê Ceqla Fewqanî û Çakalliya Navîn, Girê Şêx Hedîd, gundê Qere Mitlaq û gundê Hec Bîlal, li bajarokê Cindirêsê gundên Hecî Îskender, Dêra Balutê, Hemam, Nisriye, Dukan û Eşkan, gundê Arşaliyê, Mihemediyê, Dîwan Fewkanî, 3 girên din û girên Mersîdes, Nisriye û Amarayê, li bajarokê Şeranê jî Çiyayê Burseyayê, Girê Şirgayayê û gundên Serîncek, Qestel Cundo, Dîkmetaş, Îkîdam, Şeltah, Marsewayê û Girên Nebî Hurî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.