Tirkiye

Hîva Sor a Tirkiyeyê ji Mûsilê ra alîkarî şand

Alîkariyên mirovî yên ku Hîva Sor a Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya "Mûsil jî warê te ye" da ji Mûsilê ra şandibû gihîşt bajarê Hewlêrê

25.10.2016 - Rojanekırın : 26.10.2016
Hîva Sor a Tirkiyeyê ji Mûsilê ra alîkarî şand

Arbil

HEWLÊR

Alîkariyên mirovî yên ku ji 20 TIRî pêk tê û Hîva Sor a Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya "Mûsil jî warê te ye" da ji Mûsilê ra şandibû gihîşt bajarê Hewlêrê.

Hîva sor a Tirkiyeyê ji bo ku rê li ber qeyraneke mirovahiyê ya mimkune di dema operasyona xilaskirina Mûsilê da pêk bê bigire kampanyaya "Mûsil jî warê te ye" da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê da 20 tir tijî amûrên ji bo jiyanê lazim dikin derxist rê û ew tir gihîştin Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê. Li Hewlêrê kamp hatibûn avakirin û ew alîkariyên gihîştin bajêr jî di depoyên alîkariyê yên wan kampan da hatin bicihkirin.
Waliyê Hewlêrê Nevzat Hadî û Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam der heqê alîkariyan da daxuyanî dan endamên çapemeniyê û diyar kirin ku ev alîkariyên mirovahî ji ber heqê biratî û cîrantiyê ne û wiha pê da çûn: "Ji roja ku DEAŞê Iraq dagir kiriye û ji Mûsilê mirovan berê xwe dane Hewlêrê heta niha Tirkiyeyê alîkariyên mirovahî şandiye vê derê. Tirkiye di nav welatên ku alîkariyên mirovahî ewil şandin da ye. Alîkariyên ku Tirkiye dike ji sala 2014an vir va dewam dike û ev alîkariya hatiye kirin jî berdewamiya wane."

Înam got ku ev konvoy bi taybetî ji bo sivîlên ku dibe ji operasyona Mûsilê zirarê bibînin hat şandin û ev destpêka alîkariyê ye û wiha dewam kir: "Ev alîkariyên mirovahiyê ne. Bêyî bergîdanê ev alîkarî tê dayîn û di çarçoveya hiqûqa biratiyê da û tu ferq û cudatî nayê kirin di vê alîkariyê da. Vê gavê li Herêma Kurdistana Iraqê gelek penaber hene. Gelek kesên ku ji mal û milkên xwe bûne li wê derê dikin mêvan. Em jî bi alîkariyên xwe dixwazin ku vî barî piçekî sivik bikin. Ez sipasiyan li Birêz Waliyê Hewlêrê Newzat Hadî û rayedarên din dikim."

Înam wiha dewam kir:

"Piştî vê serdanê biryar hat dayîn ku 20 tir melzemeyên alîkariyê bişînin herêma me. Em gavên wiha erênî dibînin. Me bi Waliyê Hewlêrê, Encumentiya Bajêr a Mûsilê û rayedarên din ra pêşwaziya alîkariya ku hat kir. Em ê xebatên xwe bi şêwrê berdewam bikin. Di alîkariya ku hat da melzemeyên xurek û pêwistiyên sereke hene."

Înam destnîşan kir ku di têkoşîna dijî DEAŞê da li gor derfetan wê alîkariya Herêma Kurdistana Iraqê û derdorên din bikin.

Newzad Hadiyê Waliyê Hewlêrê di operasyona Mûsilê da alîkariyên ku Tirkiye dide gelek girîng in û wiha xeberda: "Pêşmerge û artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên koalîsyonê operasyona xilaskirina Mûsilê dimeşînin. Ji ber vê jî dibe ku gelek penaber werin herêma Kurdistanê. Tirkiye bi vê alîkariya ku dişîne feydeyeke mezin dide."

Hadî bal kişand ku beriya operasyon dest pê bike, ew dever hatin valakirin û ji ber hindê heya niha pêleke cidî ya penaberan çênebû û wiha pê da çû:

"Bi tenê duh bişev 75 kurdên Şebek gihaştin kampa konan a li Xazirê. Operasyona navenda Mûsilê dê çawa bê meşandin, em nizanin. Ji ber hindê der heqê reqama însanên ku dê koç bikin da zehmet e ku em texmînekî bikin. Mûsilê gelo dê bibe mîna Helebê, an dê bibe mîna Şergata navçeya Selaheddînê, ne diyar e. Li Mûsilê 1,5 milyon însan hene. Heger pevçûn xirab derbas bin, mirov dikare pêşbînî bike ku bi sed hezaran însan dê bibin penaber. Di kampên ku li devera Xazirê amade kirin da wekî qonaxa pêşîn 100 hezar kes dikare lê bimîne."

Berpirsê Operasyonên Însanî yên Iraqê yê Heyva Sor a Tirkiyê Bulent Bîlgîn jî der heqê alavên alîkariyê da daxuyanî da peyamnerê AAyê û wiha destnîşan kir, "Me li Hewlêrê pêşewaziya 20 tirên alîkariyê kir. Em wan, valayî embarên xwe yên li herêmê dikin. Di hundirê van tiran da 527 ton alav û amûrên alîkariyê hene. Bi taybetî jî ji ber ku zivistan nêzîk e, me bona 35 hezar kesî cil û bergên zivistanê da anîn. Birêz Serokê me yê Giştî Kerem Kinik di yekemîn roja operasyonê da li Hewlêrê bû. Digel rayedarên fermî hin peywendiyên wî çêbûn. Ev amadehî bi temamî taybet in ku bona operasyona Mûsilê tên kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.